Dagirker li Efrînê hovîtiya xwe didomînin

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li kantona Efrînê ku ji 18'ê Adara 2018'an ve dagir kirine, hovîtiya xwe li dijî zindî û nezindiyên Efrînê didomînin.

Desteya Çandiniyê ya kantona Efrînê girêdayî destdirêjî û hovîtiya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê der heqê xwezaya Efrînê de raporek weşand.

Di raporê de agahiyên hatine belgekirin wiha tê gotin:

Piştî ku kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve hate dagirkirin. Dagirkeran ji Gulana 2018'an ve dest bi hilweşandina hawîrdor û xwezaya Efrîn kirin. bi taybet li deverên daristanên xwezayî û hilberînên çandiniyê kirin xizmeta niştecîbûnên ji Şam, Humis, Dera û gelek herêmên din ên Sûriyeyê hatine Efrînê.

· Reco

Di raporê de destdirêjiyên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser hilberîna sewalan û çandiniyê li devera Reco hatiye belgekirin. Ziyanên bi devera Reco bûne bêtirî 3000 darên temendirêj. Bi zanebûn bi sedan donim ji herêma daristanên xwezayî bi hinceta avakirina baregehên leşkerî hatine şewitandin.

· Mabeta

Di raporê de tê gotin ku bêtirî 1000 dar hatine şewitandin û nehiştine ku welatî agir vemirînin. Ev siyaset ji aiyê dagirkeriyê û çeteyên wê ve hate meşandin.

Her wiha hate belgekirin ku dagirkeran gelek mal şewitandin û agir bi gelek deverên daristanên xwezayî xistin.

· Şiyê

Di raporê de tê gotin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê kirin û destdirêjiyên dermirovahî der heqê welatiyan de dikin û destdirêjiyê li mal û milkên welatiyan ên taybet dikin û hilberîna wan a çandiniyê jî dizî ne û bêtirî 15 darên zeytûnê bi hinceta avakirina baregeheke leşkerî hilkirine.

· Cindirêsê

Di rapora Desteya Çandiniyê de tê destnîşankirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi zanebûn agir bi dehan donimên zeviyên çandiniyê û deverên daristanên xwezayî xistin. Dagirkeran her wiha daristana girê gundê Çolaqa şewitandin.

· Şera

Di raporê de destdirêjiyên tabûrên çete yên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin tê eşkerekirin ku rêbazê hilweşandina berhema çandiniyê li herêmê didin meşandin û agir bi dehan donimên daristanên xwezayî yên çiyayê gundê Qurtqilaq xistine.

· Şêrewa

Di raporê de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê riswakirin ku ziyaneke mezin bi berhemên çandiniyê li Efrînê dikin. Her wiha hate belgekirin ku siyaseta didin meşandin ew e ku bi dehan zeviyên darên zeytûnê û zeviyên genim û cihe û gelek hilberînên din ên çandiniyê bi zanebûn dişewitînin.

ANHA

12 Kewçer 2018, İn