GIRÊ SPÎ

Akademiya Leşkerî ya Şehîd Rojda ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê, dewreya xwe ya 5`mîn bi navê Şehîd Mariya Sîpa bi dawî kir.

Dewre bi tevlêbûna 30 jinên ciwan ji pêkhateyên kurd û ereb hatibû destpêkirin. Dewreyê 45 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên leşkerî, siyasî û birdozî hatin dayîn.

Fermandarên YPJ`ê û endamên QSD`ê beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên ku tev li dewreya perwerdeyê bûne hate destpêkirin. Paşê yek ji fermandarên YPJ`ê Şîlan Silêman axivî û bidawîbûna dewreyê li hemû şervanên YPJ`ê pîroz kir.

Şîlan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tiştekî pir girîng e ku jin tev li YPJ`ê bibin û rastiya xwe nas bikin û wiha pê de çû: "Bi tevlêbûna jinan a nav YPJ`ê re ne tenê rastiya xwe nas dikin lê belê kesayeta wan xurt dibe û dikarin li hemberî zilm û zorê parastina hemû jinan bikin."

Şîlan di dawiya axaftina xwe de got ku divê hemû şervanên ku tev li dewreyê bûne erka xwe li hemberî welatê xwe pêk bînin û parastina welat li hemberî hemû êrîşên derve bikin.

Di dawiyê de şervanên ku dewreya perwerdeyê bi dawî kir, soza leşkerî da.

(bx/ew)

ANHA