RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Zêdetirî 2 salan e dewleta Tirk tecrîdeke giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike. Her dawî dewleta Tirk cezayê qedexekirina hevdîtinên Ocalan bi parêzerên xwe re heta 6 mehan birî. Binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de bûn cihê şermezariya gelên Kurdistanê.

Têkildarî mijarê kesayeta niştîmanperwer ê ji pêkhateya Ereb û yek ji rûspiyên êla Benî Sebai ya navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê Hisên El-Sade destnîşan kir ku komploya li dijî Ocalan di sala 1998'an de pêk hatiye, hemû gelên ku azadî û mafên xwe di fikrên Ocalan de dîtine, hedef girtin.

Di salên 90’î de Hisên El-Sade fikr û felsefeya Ocalan nas kiriye. Hisên diyar kir ku Ocalan çareseriya hemû azarên gelên azadîxwaz vedît û destnîşan kir ku lê ev tişt li heza dewletên kapîtalîst nehat û nexwestin ku fikrên Ocalan di nav gelên Rojhilata Navîn de belav bibe.

Komplo fikra Ocalan a azad hedef girt

Hisên El-Sade wiha got: "Ocalan di encama komloyekê de û bi zexta Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derket. Min her tim hêvî dikir ku ez wî bibînim."

Di berdewama axaftina xwe de Hisên El-Sade destnîşan kir ku komplo ne tenê Ocalan û gelê Kurd lê belê hemû gelên Kurdistanê û herêmê hedef girtin û wiha pê de çû: "Komplo fikra azad a ku bûbû rêya xelasiya gelan ji zilm û zordariyê hedef girt. Ji ber wê dewleta Tirk zext li Sûriyeyê kir û bi vê yekê komplo bi armanca tunekirina hêviyên gelê Kurd û herêmê pêk hat."

‘Beriya ku Ocalan ji balafirê dakeve komplo têk çû’

Hisên diyar kir ku serokên hemû tevgerên siyasî yên berê yan dihatin girtin an jî dihatin kuştin. Ji bingeha vê siyasetê komplo der heqê Ocalan de pêk hat û ev tişt bi lêv kir: "Ji ber ku fikrên Ocalan yên siyasî, civakî û exlaqî di nav gelek tevgerên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn de belav bûn û heta ku beriya Ocalan ji balafirê dakeve piştî ku di meha Sibatê de hate girtin, komplo têk çû. Îsbata wê jî ew e ku hemû gelên herêmê herikîn qadan û azadiya wî xwestin û her wiha ragihandin ku li ser bingeha rêgezên fikrên Ocalan heta bidestxistina azadî, demokrasî û wekheviyê dê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Di dawiyê de Hisên xuya kir ku dewletên herêmî bi hevkariya Tirkiyeyê tecrîdeke giran li ser “rêberê navneteweyî” Ocalan bi armanca têkbirina hêviyên gelên herêmê yên azadiyê ferz dikin, lê ew têk çû ji ber ku gelên herêmê Ocalan ji xwe re kirine mînak û li ser şopa wî dimeşin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

(şx)

ANHA