EFRÎN
Artêşa Tirk a dagirker binpêkirin û kiryarên hovane li Efrînê didomîne. Li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng e.
Artêşa Tirk a dagirker dibistan û navendên Efrînê vediguherîne baregehên leşkerî û cihên perwerdekirina çeteyan.
Li gorî wêne û dîmenên ku ajansa me ANHA`yê bi dest xistin, diyar dibe ku artêşa Tirk a dagirker dibistanên Efrînê vediguherîne cihên perwerdekirina çeteyên bi navê "Polîs û Ewlekariya Giştî".
Di dîmenan de xuya dike ku dewreyeke leşkerî ku nêzî 300 çete tê de ne û paşê çete derdikevin kolanên Efrînê da ku toreneke leşkerî li dar bixin û dirûşmeyên bi zimanê tirkî berz dikin û ala Tirkiyê radikin.
(bx)
ANHA