Çavkaniyên leşkerî yên herêmî ji Erebiyê Net re ragihand ku artêşa Yemenê girên (kaş) Hisin Şedad, Remdan, Qehrayê û heta bi derdora herêma Yayîs a başûrê Damet serwerî lê kir.
Di encama êrîşan de birîndar û kuştiyên Hûsiyan çêbûn û bi dehan leşker ji aliyê bakurê bajarê Damet ve bi paş ve vegeriyan. Tê zanîn ku bajarê Damet ji bajarên dawîn ê Daliyê ye ku hêj di bin serweriya Hûsiyan de ye.
Hêjayî bibîrxisitinê ye ku li Yemenê ji sala 2014`an ve şer di navbera Hûsiyan ku Îran destekê dide wan û hêzên girêdayî serokê Yemenê Abd Rebo Mensûr Hadî de rû dide. Bi destwerdana Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Siûdiyê re ji bo destekdayîna Hadî, di Adara 2015`an de şer gur bû.
(eh)