QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de ku Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê pê radibe, bi dirûşmeya 'Ber bi pêşerojek bê tundî' panel, şevbuhêrkek helbestan û pêşengeheke wênesaziyê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar ket.

Navend bi pankarên 'Rêzdariya we ya li hemberî jinê mirovahiya we nîşan dide, Em bi hevre ji bo jiyanek bê tundî  bixebitin' hatibû xemilandin. Bi dehan nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li panelê bûn.

Dîwana panelê ji 5 endama pêk hat û mijarên panelê girêdayî sedemên tundiyê, cureyên wê û tundiya li dijî jinan di qanûnên navdewletên de bûn.

Di panelê de girîngiya pêşxistina asta peerwerdeyê li gel jinan û têkoşîna li hemberî hemû cûreyên şîdeta li ser jinan hate kirin.

Her wiha di panelê de behsa jinên Êzidî û tundiya ku rastî wan tên bi rêya firotina wan di sûkan de û rêbazên têkoşîna jina Êzidî ji tundiyê re bi rêya xwebirêxistinê hate kirin.

Di dawiya panelê de girêdayî diyardeya tundiyê û rêbazên bi dawîkirina wê bi rêya danîna rêzeqanûnan ku kesên tundiyê dimeşînin muhesebe bike nîqaş hate kirin.

Piştre hejmarek helbestvanên jin û mêr berhemên xwe yên girêdayî tundiya li dijî jinan û rola jinan ya pêşeng di civakê de ji beşdaran re gotin.

Paşê pêşengeha wêneyan a hejmarek wênesazên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin.

(şx)

ANHA