Herêma Firatê

Sûkên Herêma Firatê ku ji kantona (Kobanê û Girê Spî) pêk tê tevgereke ku tu caran wiha li sûkên bajêr beriya Cejna Remezanê nehatiye dîtin, dibîne. Di nava sûkê de qelebalix jî welatiyên herêmê şîranî û cil û bergên cejnê ji xwe û zarokên xwe re dikirin.

Bi boneya Cejina Remezanê welatiyên bajarê Kobanê dadikevin nava sûkê û pêdivyên xwe yên cejnê dikirin.

Di nava sûkê de walatiya bi navê Zêneb Wêso kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha dom kir: "Em bi cejnê kêfxweş in, em bi hêvîne ku di cejinên pêş de şer bi dawî bibe."

Dayîka bi navê Xedîca Mehimûd ji bajarê kobanê derbarê mijarê destnîşan kir ku ev cejina ji ya sala derbas bûyî Baştire.

Dikandarê bi navê Mihemed Bozan li ser mijarê wiha axivî: "Di nava sûkê de kirîn û firotan pire temame, cil û bergan li gor rewşê ne zêde bûhane. Em  bi hêvîne ku cejin bi xêr û xwaşî der bas bibe."

Welatiyê bi navê Fêsel Eyûb jî got ku bi nêzikbûna Cejina Remezanê ez daketim sûkê  û destnîşan kir ku ew ê şîranî ji bo cejinê bikir in.

Endama Nexweşxwaneya Kobanê Evîn Ebdu diyar kir ku wê di rojên cejinê de nexweşxwane 24 seatan vekirîbe û wê nobet  were zêde kirin.

Rêveberiya Asayîşê Mihemed Hisên amadekariyên xwe yên ji bo aşitiyê di nava bajêr de di dema cejinê de anî ziman û ev tişt anî ziman: "Cejina Remezanê li hemu gelan pêroz be, em weke hêzên Aseyîşê ji bo parastina bajêr me hin biryarname derxistine. Zagon jî ji 13 yî meha hizêranê de qedexe kiriye û motorsklêt û tirimbêlên mezin di nava bajêr de bigerin."

Girê Spî

Welatiyên Girê Spî jî îsal cejnê taybet dibînin weke ku bajar tevgera civakî cuda dibînin, ciwanê bi navê Hemze Yûsif dibêje ku ew kêfxweşin bi pêşwazî kirina cejnê piştî 3 sal di ser rizgarkirina bajarê wan re derbas dibe.

Yûsif di derbarê sûkê de anî ziman û got di sûkê de tevgerê zdeye û qelebalix pire, welatî pêwîstiyên xwe yên cejnê dikirin.

Welatiya bi navê  Xedîc Mihmed ku daketibû nava sûkê ji bo ku ji zarokên xwe re şîraniyê, cil û bergan bikire cejn li hemû gelên Sûriyê pîroz kir û daxwaz kir ku aştî û ewlekarî vegere nava bajêr. 

Li navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Spî jî ketiye rewşa cejnê û di nava sûkên wê de welatî tiştên bi wan gerek ji bo cejnê dikirin.