HESEKÊ

Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li navçeya Til Temir a kantona Hesekê ya herêma Cizîrê meşeke bi meşeleyan li dar xist. Bi sedan ciwanên herêmê tev li meşê bûn.

Ev meş di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de ji Sûriyeyê derket û di 15`ê Sibata 1999`an de dîl hate girtin, hate lidarxistin.

Ciwanan di meşa xwe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Bi berxwedana li Îmraliyê em ê dagirkeriyê parçe bikin" hildan.

Meşa ciwanan ji ber navena YCR`ê ya navçeya Til Temirê dest pê kir û li Taxa Şehîd Jînda Ronahî veguherî mitîngê. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê daxuyaniyek ji aliyê endama YCR`ê Til Temirê Lava Mamî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev 4 sal e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û ev yek hemû zagonên navdewletî û mafên mirovan binpê dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk hewl dide gelê herêmê ku ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan esas digire û rêya ber bi azadiyê ve, parçe bike. Ciwanan di daxuyaniya xwe de tekez kir ku dê xwe li derdora Rêber Ocalan bikin xelekên ji agir heta ku azadiya wî bi dest bixin.

Di dawiyê de ciwanan meşaleyên ji agir pê xistin û xelekên dîlanê gerandin.

(bx)

ANHA