EMER EL-XELEF – HEMED EL-MISTEFA / REQA

Hemû wêjevan û şêwekarên li bajarê Reqayê li ser destê çeteyan rastî zilmê hatin. Ji xebatên hunerî û wêjeyî hatin qedexekirin û hemû berhemên wan dizîn û şewitandin.

Piştî ku bajarê Reqayê hate rizgarkirin, Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide piştgiriya hunermendên şêwekariyê bike û xebatên wan li holên bajêr dide pêşandan.

Di nava hunermendên ku rastî binpêkirinên çeteyan hatin de, şêwekar û peykersaz  Ehmed El-Cilid ji şêniyên bajarê Reqayê ye û bi berhemên xwe şerê komên çete kir. Gelek berhemên hunermend Ehmed El-Cilid hatin dizîn û şikandin, her wiha çeteyên Cebhet El-Nusra 50 tablo û 3 peykerên ku di mala xwe de veşartibûn, dizîn.

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajar dagir kiribûn, bi dehan nivîskar û hunermend neçar man ku ji bajar derkevin û berê xwe bidin dewletên cîran û karê xwe pêk bînin.

Hunermend  Ehmed El-Cilid di sala 1990`î de hunera şêwekarî û peykersazî kiriye û beşdarî gelek pêşangehên li Sûriyeyê bûye. Hunermend Ehmed El-Cilid ji ajansa me re got di serdema çeteyan de gelek zehmetî kişandiye û bi dizî hunera xwe pêk aniye û wiha dibêje: "Tevî hemû metirsî û zehmetiyan, min di mala xwe de bi dizî hunera xwe pêk dianî, min gelek zordarî di peydakirina pêdiviyên şêwekariyê de dikişand."

Niha jî hunermend Ehmed El-Cilid di atmosfereke ku azadî û îstiqrarê de karê xwe dewam dike û der barê wê de wiha dibêje: "Îro û piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê kar dike ku ji nû ve şêwekar û peykersazên li bajêr bidin xebitandin û hemû pêdiviyên wan peyda bike. Her wiha kar tê kirin ku berhemên me li hola El-Tac li bajarê Reqayê bêne pêşandan."

Di dawiyê de hunermend Ehmed El-Cilid bang li hemû şêwekar û wêjevanên li derve kir ku vegerin bajarê Reqayê û berhemên xwe bi pêş bixin.

(jo)

ANHA