QAMIŞLO

Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Hozan Elî 4‘ê kanûnê ji ber teqîna mayînekê bi erebeya  HPC‘ê ve li nêzî parka Helebça ya taxa Kornêş a bajarê Qamişlo şehîd bibû.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtin û turana leşkerî ji aliyê Hêzên Parastina Civakî ve dest pê kir.

Paşê bi navê Meclisa Kantona Qamişlo endamê meclisê Îsam Îbarhîm û bi navê Hêzên Parastina Civakî fermandar Ebdulwahid Mûsa axivîn

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwesetin û hate gotin ku têkoşer Hozan bi destpêka şoreşê re bê teredudu cihê xwe di eniyên pêş ên şer de li Rojava û Bakurê Sûriyeyê de girt.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan.

Bavê şehîd Hozan Yûsif Elî  jî got: "Dijmin hewl dide bi hemû rêbazan maf û nasnameya me bicewisîne, ji berê vê yekê divê em yekitiya xwe xurt bikin û em amade ne ji bo vî gelê xwîna xwe feda bikin."

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tîliyên dayikan spartin axê.

ANHA