EHMED SEMÎR – XALID EL-CUMA / HESEKÊ

Şêniyên gundê El-Derwîş ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin, bi kêfxweşî û dilekî germ pêşwaziya şervanan kir û ji wan re got ku bi hatina QSD'ê re ew ji çeteyên DAIŞ'ê yên sûcên li dijî mirovahiyê pêk dianîn, xilas bûne. Fermandarekî QSD'ê jî da zanîn ku ew ê kêfxweşiya welatiyan di cejnê de zêdetir bikin.

Welatiyan her wiha ji şervanan re got ku dema şervan derbasî gundê wan bûn, wan bi aştiyane û aramî xew kir û ev tişt anî ziman: "Me tu carî wiha bi ewle û rehet xew nekiriye. Çeteyên DAIŞ’ê diz in, rojên me tehl kiribûn."

Jineke ji gund destnîşan kir ku wê bi çavê xwe dît ku çawa kurê wî pê li mayînê kir û şehîd bû û ev tişt anî ziman: "Min bi çavên xwe dît çawa parçeyên laşê wî belav bûn."

Şêniyên gund şêranî li şervanan belav kirin û kêfxweşiya xwe anî ziman. Endamê Fermandariya QSD'ê Egîd Hesekê di merasîmê de axivî û got ku ew ê kêfxweşiya gundiyan bi rizgarkirinê di rojên cejnê de bikin du cejn û ev tişt anî ziman: "Çete careke din wê nekarin vegerin xaka me. Ew nikarin beranberî pêşveçûna şervanên me li ber xwe bidin. Lewma erebeyên bombebarkirî bi kar tînin da ku pêşketina şervanan asteng bikin."

Egîd Hesekê der barê pêşketinên hemleya wan de jî got ku wan ji eniya rojava ber bi bajarokê Dişîşa ve dest bi tevgerê kiriye û wiha dom kir: "Me herêmek bi qasî 20 kîlometreyan bi dest xist. Em ketin gundê El-Derwîş, ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê moralê xwe winda kiriye. Dema em bi wan re dikevin şer, têk diçin û direvin. Şêniyên herêmê bi hatina me kêfxweş in."

(dc/ew)