NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet di 07:00'an de rûniştina yekemîn a dadgeha Elî Axa ya bakurê Ezmîrê ji bo darizandina keşeyê Amerîkî Andrew Brunson pêk tê.

Di encama girtina keşeyê Amerîkî Andrew Brunson de xistina wîya niştecîbûneke dorpêçkirî  hişt ku aloziyeke dîplomasî di navbera Enqere û Waşintonê de derbikeve û di encamê de lîreya Tirkiyeyê gelek ji nirxa xwe winda kir û aboriya Tirkiyeyê derbeyeke giran xwar.

Dadgehê di rûniştinên berê de keşe serbest berneda, lê hin aliyên nêzî Waşintonê diyar kirin ku ew bi hêvî ne di vê rûniştinê de serbest bête berdan.

Eger dedgeh keşe Andrew Brunson di vê rûniştinê de serbest bernede dibe ku aboriya Tirkiyeyê rast derbeyeke nû were.

Andrew Brunson cara yekemîn di Cotmeha 2016'an de bi tewanbariya alîkariya komeke ku Enqere terorîst dibîne piştî derbeya li dijî desthilatdariya Tirkiyeyê hate girtin.