TEBQA
Endamên Hevlabendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dehan saziyên sivîl û leşkerî yên herêmê tev li çalakiyê bûn.

Çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate li darxistin. Cihê çalakiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Aylan Dara û bi dehan şehîdên berxwedanê Efrînê hate xemilandin.

Beşdarên çalakiyê deqeyek rizgirtin li ser giyana şehîdan rawestiyan. Piştî wê gelek axaftin hatin kirin.

Destpêkê cîgirê Koordînasyona Giştî ya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê  Ferhad Hemo axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di nav bêdengiya navdewletî de hovantirîn sûcên di dîroka mirovahiyê de der heqê şêniyên Efrînê de pêk anî. Siyaseta guhertina demografiya herêmê û asîmlasyonê di hewldanekê de ji bo qirkirina çanda Ereb û Kurd meşand.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û got: "Efrîna rojê, Efrîna berxwedanê, xaka zeytûnê û aştiyê, kaniya berxwedan û lehengiyê. Efrîn bibû depoya ewlehî û aramî ji tevahiya gelê Sûriyê yên ku ji êşên şer reviyane. Gunehê me ya tekane ew e ku em Sûrî ne. Ev jî qedera me ye. Dixwazin hevgirtina gelên herêmê têk bibin. Lê bi hevgirtina xwe me xewna Osmanî pûç kir."

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Komîteya Jin a Hevalbendiya Niştîmaî ya Demokratîk a Sûriyê Cîhan Mihemed bal kişand ku salek li ser Berxwedana Serdemê derbas bûye. Gelê Sûriyê ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedanek bêhempa nîşan dane. Cîhan destnîşan kir ku gelê Sûriyê li Efrînê yekîtiya xwe ava kirin û bi yekrêzî li hember komploya navdewletî der heqê Efrîna berxwedêr de sekinînin.

Piştî bidawîbûna axaftinan kurtefîlmek girêdayî Efrînê hate pêşandan. Fîlm balê dikişîne ser êrîşên hovane yên dagirkeran li ser Efrînê, koçberbûna şêniyên wê, binpêkirinên ku der heqê wan de pêk hatine, guhertina demografiya Efrînê, destpêkirina her du pêngavên Berxwedana Serdemê.

Piştre koma zarokan a hunerên gelêrî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê, berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran sloganên 'Bijî Berxwedana Serdemê', 'Efrînê dayika aştî û berxwedanê' berz kirin.

(şx)

ANHA