KOBANÊ

Koma Şanoyê ya Şehîd Hêvî Yekta ya Çand û Hunera Mexmûrê ku yekem car e derbasî Rojava dibe, yekemîn şanoya xwe bi navê Lêgerîna Heqîqetê li bajarê Kobanê pêşkêş kir. Şano bi amadebûna bi dehan şêniyên bajarê Kobanê li navenda Çand û Hunera Baqî Xido hate pêşkêşkirin.

Beriya destpêkirina şanoyê, bi navê Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê Osman Bekî axivî û xêrhatina Koma Şanoyê ya Mexmûrê kir.

Berdevkê Koma Şanoyê ya Mexmûrê axivî û da zanîn dema ew derbasî Rojava bûn, wan xwest yekemîn car şanoya xwe li Kobanê pêşkêş bikin û wiha pê de çû: ʺKobanê cihê berxwedan û şoreşê ye.ʺ

Piştî axaftinan şano hate pêşkêşkirin. Hêjayî gotinê ye ku dê koma şanoyê ya Mexmûrê li tevahiya Rojava şanoya xwe pêşkêş bike.

(sn-şm/kc/ew)

ANHA