Di dîrokê de, yekemîn jina Ereb ku derbasî qada futbolê ya Tûnisê bû, Dirsaf El-Qenewatî ye. Jina Ereb duh maça di navbera tîma El-Terecî û El-Benzertî de bi rê ve bir.
Di dawiya maçê de, tîma El-Benzertî li hemberî tîma El-Terecî 2-1 bi ser ket.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 2017`an de cara yekemîn Dirsaf El-Qenewatî maçeke mêran a di navbera tîmeke Tûnisê û Komeleya Cerba de bi rê ve bir.
(eh)