DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bajaroka El-Kesra û gundê Hemar El-Elî, xeta Ebû Xeşeb û gundên derdoraê wê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Abullah Ehmed El-Hemed ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya Ebû Xeşeb veşartin.

Girseya gel cenazeyê şehîd ji ber derketina gundê Ebû Xeşeb wergirtin û bi kerwamekî ji dehan erebeyan bi ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ve bi rê kirin.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ji aliyê QSD‘ê ve dest pê kir. Paşê ji fermandarên QSD‘ê Dilşêr axivî û soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna armancên wan û rizgarkirina tevahî herêmê ji hovîtya çeteyan dan.

Bi navê Hêzên Erka Xweparastinê fermandar Salim Mehmûd sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Me daye ser vê xetê û em ne poşman in, ji ber ku gelê me hêja ye em ji bo fedekariyê bikin."

Bi navê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Selah Îbarhîm axivî û ev tişt anî ziman: "Şehîd berxwedaniya efsanewî xêz kirin û dîrokeke nû ya biratiya gelan nivîsandin. Şoreşa me ji cîhanê re îsbat ku hemû pêkhateyên Sûriyê parêzvanên Sûriyeyê ye, şehîd namirin, şehîd namirin."

Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Wefa Celal wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîda kir.

Malate şehîd ji alyê xwe ve soza şopandina rêya kurê xwe dan.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tîliyên dayikan hat veşartin.

ANHA