HESEKÊ

Merasîma cenaze ya şehîd Yasir Ebdo li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê hate lidarxistin.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Paşê gelek axaftin hatin kirin. Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Serhed Cûdî axivî û destnîşan kir ku şehîdan yekitiya gelên herêmê ava kir û rêya ronahiyê ji nifşên pêşerojê re diyar kir.

Cûdî diyar kir ku şoreşa Rojava wekî wê hîn di dîrokê de çênebûye û wiha pê de çû: ʺDi dîrokê de gelek şoreş li hemberî zilmê rabûn, lê çarenûsa hemûyan, binketin bû ji ber ku li ser bingeha ol û yek mezheb hatibûn destpêkirin. Lê Şoreşa Rojava ya yekemîn e di cîhanê de ku li ser bingeha biratiya gelan dest pê kiriye.ʺ Fermandarê YPG`ê Serhed Cûdî di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Li ser navê malbata şehîd, apê şehîd Ebdullah El-Nasir axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û da zanîn ku hemû kes cangorî ne hetanî serkeftinê.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta  şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin. Paşê gel bi karwanekî ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin, berê xwe da goristana şehîdan a Til Temir û li wir cenazeyê şehîd bi tilîliyan oxir kir. 

(ekîb/kc)

ANHA