EFRÎN

Çavkaniyek ji gundê Beiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê ji ajansa me (ANHA) re ragihand ku koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam duh (Çarşemê) girtin ser malên gundiyan û 9 welatî bê ku tu sedeman nîşan bidin, revandin.

Heman çavkanî da zanîn ku welatiyên bi navê Ezet Behrî (60), Cemal Behrî (53), Mihemed Izet (37), Ezîz Şêx Elî (44), Hedî Osman (26), Omer Ehmed Şêx Elî (45), Ehmed Mehmûd (47), Hisên Omer Elûş (52) û Mihemed Mistefa Misto (54) in.

Çavkanî da zanîn ku piştî çeteyan welatî revandin, ji bo serbest berdana wan 200 hezar pere ji malbatên wan xwestin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyên kantona Efrînê didomînin, çarenûsa hezaran sivîlên ku jin, zarok û kalepîr jî hene ne diyare.

(şx)

ANHA