Ji duh (duşem) ve çeteyên dewleta Tirk bi dijwarî herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de topbaran dikin.
SOHR'ê piştrast kir ku çeteyên dewleta Tikr bi sedan top û moşek avêtine herêmên Hezarîn, El-Melacê, Tirmla, El-Dar El-Kebîra, Kefernbûl, Measeran, Seraqib, Xan El-Sibul, Dadîx, Cobas, Kefer Betîx li başûrê rojhilatê Idlibê. Tê gotin bi dehan kuştî hene.
Hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî herêmên li Ferîkê ya gundewarên Idlibê, El-Barê û herêmên di li çiyayê El-Zawiyê, Qeston û El-Ziyara li deşta El-Xab bakur bakurê rojavayê Idlibê topbaran kirin.
Piştî ku balafirên şer nuqteyên çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk li rojavayê Idlibê li nêzî sînorê Îskenderon (Hatay) a dagirkirî bombebaran kirin, asta şerê di navbera her du aliyan de zêdetir bû.
SOHR'ê diyar kir ku di encama bombebarana Rûsyayê de zêdetirî 168 çeteyên Feyleq El-Şam hatine kuştin û birîndar bûne.