Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî dane ANHA‘yê, çeteyên navê Lîwa Semerqend li xwe dikin mizgefa gundê Rota ya navçeya Mabatayê veguherandin girtîgehek taybet a îşkencekirina jinan.
Heman çavkanî destnîşan kir ku çete jinên li navçeya Mabata, Cindirês û Şiyê bi tewana ku berê têkiliyên wan bi saziyên Rêveberiya Xweser re hebûn digirin.
Li gorî çavkanî, çeteyên "Lîwa Semerqend" a girêdayê MÎT‘ê li hemberî jinan her cûre îşkenceya fîzîkî û dirûnî dimeşînin.
ANHA