Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li eniyên Celemê û Kefir Hûd ên bakur rojavayê Hemayê di navbera komên çete yên di bin sîwana odeya çalakiyên bi navê "Fetih Mubîn" û hêzên rejîmê de, şerekî dijwar derket.
Komên çete ku ji aliyê Tirkiyê ve têne birêvebirin ji saetên sibê piştî gulebarana zêde bi 350 top û moşekan êrîşî bargehên rejîmê li Celemê, Kefir Hûd, Cedîde, Hemamiyat, Kernaz û Şêx Hedîd ên bakur rojavayê Hemayê kir.
Her wiha îro di saetên sibê de çeteyên Heyet Tehrîr Şam "Cebhet Nusra ya berê" erebeyeke bomebarkirî li eniya geliyê Osman ê bejahiya Hemayê, teqandin. Her wiha şer û bombebaran piştî ku 36 saetan sekinî, dîsa dest pê kir. Balafirên rejîmê zêdeyî 37 caran eniyên şer û Til Milih, Cebîn, Zekat û Hesraya bomebaran kir da ku destekê bide hêzên bejahî.
Helîkopteran jî zêdeyî 21 bermîlên teqemenî avêt bajarê Xan Şêxûn ê başûrê Idlibê, Zekat, Cebîn, Til Milih û Erbîn. Balafirên Rûsyayê jî gelek caran gundê Til Milih ê bejahiya bakur rojavayê Hemayê, bombebaran kir.
Di heftiya derbasbûyî de şer di navbera rejîmê û komên çete de rû da. Di encama wê de komên çete gelek navend xistin bin serweriya xwe de. Hêzên rejîmê êrîşên dijber pêk anîn û Celebe yê îstratjîk dîsa xist bin serwriya xwe de. Lê tevê gulebarana zêde di pêşveçûna ber bi Til Milih û herêmên din ku ji destê wan derketine, têk çû.
Hejmara sivîlên ku ji destpêka şer li herêmên bê çek ji 30`ê Nîsanê ve û heta roja Yekşemê hatine kuştin, bûn 429 sivîl ji wan 103 zarok û 90 jin.
(bx/kc)