Bi boneya salvegera 21‘an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li dijî wî di girtîgeha Îmraliyê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinên Ciwan li qada Şehîd Destîna a taxa Şêxmeqsûdê hatin bav hev û du daxuyanî dan. Ciwanan li qadê navê "Apo" bi meşelayn nivîsandibûn.
Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê rêveberê tevgerê Kînan Betal û bi navê Tevgera Jinên Ciwan rêveber Emîna Ebdo daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyan de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li dijî wî hatin şermezarkirin û hate gotin komhate gotin ku Ocalan ji bo rizgarkirina gelê xwe û hemû gelên herêmê ji dewletên dîktator ên kapîtalîst têdikoşe.
Her wiha hate gotin ku tevî tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan lê nikarin têkoşîna wî bi dawî bikin û rê li ber fikir û felsefeya wî bigirin. Hate diyarkirin ku Ocalan girtîngeha Îmraliyê kir dibistanek zanist û fedekariyê.
Ciwanan di daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşînê ta azadkirina fîzîkî ya Ocalan û xurtkirina projeya netewa demokratîk dan.
ANHA