Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yên navçeyên Zirgan û Dirbêsiyê li qada Şehîdan a nvaçeya Dirbêsiyê kom bûn. Ciwana wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hilda bûn û pankartên "Bijî şoreşa gelên berxwedêr" vekiribûn.
Meş ji qada Şehîdan dest pê kir û di nava kolanên sereke yên Dirbêsiyê gerî. Di wê navberê de diruşmeyên silavkirina berxwedana rêbertî û girtiyên di greva birçîbûnê de berz kir.
Meş li qada Ciwanên Şoreşger a navçeyê rawestiya û veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, endama tevgerê Newroz Hec Elî got: "Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan em li vir kom bûne. Em ciwanên şoreşger dagirkeriyê qebûl nakin, dê sala 2021'an bibe sala azadiya rêber Abdullah Ocalan."
Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di grevên birçîbûnê yên di zindanên dewleta Tirk de bi dawî bû.
ANHA