MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Li gorî cotkarên gundewarên navçeya Eyn Îsa, di 3 salên borî de hilberîn kêm bû, bi hêviya ku hilberîna îsal ji salên borî baştir be cotkdaran dest bi cotkirina erd û çandina genim û ceh kiriye. Çandina zeviyên bejî di destpêka meha Cotmehê de dest pê dike û di meha Nîsanê de berhem dide.

Li her hektarek zeviyên bejî 150 kg tov tê çandin. Buhayê her kîloyekî tov digihîje 165-175 lîreyan û ew li gorî kalîteya tov tê diyarkirin, ango buhayê çandina her hektarekî ji zeviyên bejî digihêje 5 hezar lîre. Li gorî cotkaran mesrefa mewsimê li gundewarên navçeya Eyn Îsa digihîje derdora 30 hezar lîreyan.

Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Osman Leqta yê ji gundewarên navçeya Eyn Îsa wiha got: "Zeviyên me li gorî baranê ne, eger baran baş be dê hilberîn baş be û eger nebare wê mewsim têk biçe."

Cotkarê bi navê Mihemed El-Iwês El-Heşaş wiha got: "Piraniya şêniyên herêmê nikarin zeviyên xwe biçînin. Ji ber ku teklufeya çandinê gelekî pir e, ji lew re neçar dimînin erdê xwe bi rêjeya ji sedî 20 bidin kirê."

Ji aliyê xwe ve Komîteya Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê mazot li cotkaran belav dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku cotkarên zeviyên bejî yên herêmê ji ber kêm barîna baranê û kêm hatina hilberînê neçar man xisarên xwe bi veguhastina zeviyan wekî çêregeha sewalan dabîn bikin.

(şx)

ANHA