ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk di van demên dawî de hejmarek rojnamevan û siyasetmedar girtin. Têkildarî mijarê di hevpeyînek li gel ajansa me de rojnamevan û nivîskara rojnameya Ozgur Polîtîkayê Rojbîn Ekin destnîşan kir ku armanc ji girtina rojnamevanên jin, çewisandina rastiya jinên têkoşer e û hilweşandina civakê ye.

Rojbîn diyar kir ku hikumeta AKP'ê ji bo qirkirina civakê û çewisandina mafên gelê Kurd dixebite, ji ber wê zextê li rojnamevan û siyasetmedaran dike, vê carê hejmareke mezin ji rojnamevanên jin ên ku ji bo xuyakirina rastiya jinên têkoşer dixebitîn, girtin. Di berdewama axaftina xwe de Rojbîn destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk di van demên dawîn de di çarçoveya qirkirin û çewsandina mafên gelê Kurd li bakurê Kurdistanê pêk tên.

Rojbîn wiha got: "Armanc ji van girtinan, şikandina vîna civakê bi rêya tunekirina rola jinan e. Ji ber ku ew baş dizanin ku azadiya civakê ji azadiya jinên têkoşer û berxwedêr li hemberî terora ku der heqê wê de tê kirin, dest pê dike."

Rojbîn diyar kir ku ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk rojnamevanên jin dike hedef, lê belê  dagirkera Tirk gelek ajansên taybet ên jinan wekî JINHA girtin û ajansa Şûjin qedexe kir ên ku rastiyta jinan û dengê jinên azad digihand hemû Kurdistanê û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk hîna jî civakê bi rêya hedefgirtina jinên azad di serî de rojnamevanên jin ên ku binpêkirinên wî aşkera dikin û rastiya jinên azad xuya dikin, dike hedefa xwe."

Di dawiyê de rojnamevan û nivîskar Rojbîn Ekin bang li hemû rojnamevanan kir ku li dijî binpêkirinên dagirkera Tirk têkoşînê bikin û kiryarên wê yên neexlaqî der heqê gelê Kurd de, di serî de rojnamevanan aşkera bikin û wiha domand: "Edî dem hatiye ku em rola xwe xurt bikin û ji bo aşkerakirina rastiya dagirkera Tirk ji raya giştî û cîhanî re bixebitin."

(şx)

ANHA