BASIL REŞÎD/ EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, binpêkirinên xwe yên li Efrînê ji dizî, talankirin, revandina sivîlan û eşkencekirina wan, her wiha guhetina demografiya herêmê didomîne. Li gel van binpêkirinan jî şarestaniya ku vedigere 3 hezar salan rûxandin û deverên dîrokî û pîrozgehên Êzidî û Suryan û Elewiyan xirab dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Dêra Maroniya ya xiristiyan ya li gundê Berad a navçeya Şêrawa piştî ku tiştên dîrokî yên te de talaln kirin dest bi kolandina  hundirê dêrê kirin.

Dargiran di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de dêrên Mar Maron û ya Jolyanos ku kevintirî dêrên xiristiyan di cîhanê de hilwestşandin.Dîrokava avabûna herdu darêan vedigerin sedsala 4 zayîn.

Çeteyan hefteya derbasbûyî de navenda Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê rûxandin û peyketê Zeredeşt teqandin, her wiha pirtûkên tê de şewitandin.

(bb)

ANHA