SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Aramî û ewlehiya ku li bajarê Minbicê serwer e û rêveberiya sivîl roleke girîng di gihaştina Minbicê ji asta îro re lîst. Piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ'ê di 12'ê Tebaxa 2016'an de ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve, bajar ji hemû aliyên jiyanê ve bi pêş ket.

Sûkên bajarê Minbicê bi şêniyên herêmên cuda ên Sûriyeyê geş bûye. Her wiha ji ber aramiya bajêr qada avahîsaziyê bi pêş ketiye. Bi vê geşbûn û pêşketinê re gelek derfetên kar ji şêniyan re peyda dibin. Hejmareke mezin ji wan di saziyên sivîl de dixebitin, hejmarek din jî bi dilxwazî tev li parastina bajêr bûn û hinek jî di xebatên avakirina avahiyan de kar dikin.

Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitînê di dawiya mehê de 415 daxwaznameyên kar tomar kirine. Her wiha komîteyê ji nêzî 200 kesî re derfetên kar di nav saziyan de wekî karmend peyda kirin.

Têkildarî mijarê cîgira Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitînê Fatme Miho got hejmara kesên ku komîteyê tomar kirine ji ber peydakirina derfetên kar zêde dibin. Komîte beşekr diyarkirî di kar de dixebitîne. Ji ber ku li bajarê Minbicê wekî herêmên din werşeyên kar bêyî komîteyê dixebitin û ew jî wek beşên taybet tên hesibandin. Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitînê li gorî asta xwendinê, karîn û cureyên pîşeyan, karker an karmendan erkdar dike.

Yek ji karkerên ku bi rêya komîteyê xebitiye bi navê Fayêz Ewad ê ji Minbicê wiha got: "Ez di warê avahîsaziyê de kar dikim û defetên kar pir in." Fayêz Ewadv destnîşan kir ku şert û mercên bajarê Minicê ji bo kesên ku dixwazin vegerin Minbicê guncaw in.

(şx)

ANHA