ELÎ KEDRO – CEFER CEFO / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker bi êrîşa li ser Efrînê hewl da çand, ziman û kevneşopiya şêniyên Efrînê tune bike. Lewma êrîşî dibistan, cihê dîrokî û navendên çand û hunerê kir.

Şêniyên Efrînê yên berê xwe dan kantona Şehbayê isbat kirin ku ew bi çand û zimanê xwe ve girêdayî ne, li Şehbayê xwe birêxistin kirin, careke din komên stran û govendê saz kirin, her wiha navenda çand û hunerê li Şehbayê vekirin.

Desteya Çandê û bi hevkariya Yekîtiya Hunermendan li kampa Serdemê navenda qeydkirina stranan û montajê vekir.

Di vê derbarê de Endamê Rêveber ê Desteya Çandê yê Kampa Serdemê Mesûd Kirad agahî dan û got ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrîşa xwe ya li ser Efrînê hewl dan çanda gelê Efrînê û zimanê wan tune bikin û ev tişt anî ziman: "Em ê rê nedin dagirkeran, em bi zimanê xwe ve girêdayî ne. piştî em hatin Şehbayê me berxwedana xwe di qonaxa wê ya duyemîn de jî dewam kir. Me komên govend û stranan ava kirin. Di heman demê de em komên nû perwede dikin da ku tevlî çalakiyên ji bo rizgbarkirina Efrînê têne lidarxistin, bibin."

Mesûd Kirad di berdewama axaftina xwe de jî got ku ew wekî Desteya Çand û Hunerê û bi hevkariya Yekîtiya Hunermendan ji beriya hefteyekê amadekariya vekirina navenda qeydkirina deng kirin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev gavek ji bo em karibin hin gavên din di kampa Serdemê de bavêjin pêk hatiye. Xebatên amadekariyê îro bi dawî bûne. Me gelek zehmetî ji bo peydakirina alavên navendê bidest xistin."

ANHA