ŞEHBA

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rêzecivînên nirxandina rewşa siyasî ji bo şêniyên Efrînê didomîne. Îro jî li Kampa Şehbayê, gundên Geştear û Banis civîn hatin lidarxistin.

Di civîna li kampa Şehbayê de bi sedan şênî beşdar bibûn.

Civîn bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Kantona Efrînê Fayiq Ehmed axivî û anî ziman ku 7 sal di ser aloziya Sûriya Sûriyeyê re derbas bû, destwerdan û berjewnediyên derve hişt ku alozî kurtir bibe.

Ehmed diyar kir ku gelê Sûriyeyê êdî dijmin û hevalê xwe nas kiriye, dizane kî bûye sedema werankirin û kuştinê û got, hêzên herêmê hewl dide derbe li gelê Sûriyeyê bixîne û yekitiya Sûriyeyê bike hedef.

Di civîna ku li gundê Keştear ê navçeya Şêrawayê hatibû lidarxistin de bi dehan şêniyên gund û yên gundê Teneb amade bûn.

Endama Koordînasyoa Kongreya Star Fatima Lekto nirxandina rewşa siyasî kir.

Fatima komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komplo ne tenê bi destê dewleta Tirk ve hate kirin, di heman demê de dewletên herêmê jî cihê xwe di pêkanîna komployê de girtin.

Fatima di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku komploya li dijî gelê Kurd heya roja îro berdewam e, di serî de Erdogan hewl dide bi komployan serdema Osmaniyan zindî bike.

Fatima Lekto bal kişand li ser destwerdana hêzên derve di karûbarên Sûriyeyê de û wiha doman: "Her kes dizane ku dewletên derve ji bo berjewendiyên xwe dest li Sûriyeyê wer dide. Rûsiya û Tirkiyeyê li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê bazirganiya herêman dikin."

Koordînasyona Kongreya Star Fatima Lekto di dawiya nirxandinên xwe de li hemberî pilanên hêzên mêtînger û parçekirina Sûriyeyê banga hevgirtinê li gelê Sûriyeyê kir.

Li gundê Babnisê yê navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bi amadebûna bi sedan şêniyên gund civîneke ji aliyê TEV-DEM‘ê ve hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Rêveberê Meclisa Kantona Efrînê Xelîl Efrînî salvegera yekem a şehadeta nûçegihanên me Dilşan Îbiş û Hogir Mihemed bi bîr anîn.

Xelîl Efrînî, anî ziman ku dê gelê Kurd komploya navdewletî ya li dijî rêberê xwe Abdullah Ocalan ji bîr neke, gelên ku xeta Ocalan dişopînin û li fikrê wî xwedî derketine wê tu carî ji hêzên komploger serî netewînin.

Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA