ARŞÎN NECAR/HELEB

Endamên buroya MSD'ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Efrînê û guhertina demografî ji ajansa me re axivîn û gotin ku armanca dewleta Tirk ew e ku tevlîheviyê di navbera gelê gelê Sûriyê de derbixe.

Endamê Buroya MSD'ê Mustefa Mihemed derbarê mijarê got ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ew ku tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixe û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi van siyasetên xwe dixwaze, tevlîheviyê di navbera gelê herêmê de derbixe. Lewma aloziyê li Efrînê kûr dike. Dixwazin bi riya guhertina demografî ku li herêmê pêk tîn e, armancên xwe pêk bîn e. Kiryarên kuştin, destdirêjî, revandin, dizî û talanê li dijî gelê herêmê pêk tîn in. ne tenê wiha çeteyên xwe yên ji Xûta û malbatên wan li Efrînê bi cih dike."

Mihemed, di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku tu têkiliya mirovahiyê û karê Dewleta Tirk bi hev nîne û wiha dom kir: "Welatiyên Efrînê yên resen didin koçberkirin. Li şûna wan çeteyên xwe û malbatên wan bi cih dike. Demografiya herêmê didin guhertin, vê yekê bi zanebûn pêk tîn in. Ew dixwazin, wekî çawa li Bab, Cerblus û Ezazê kirin, niha li Efrînê jî pêk tîn e."

Endama Buroya Jin a MES'ê Neclai Hemze jî diyasetên dewleta Tirk şermezar kir û ev tişt li ser mijarê anî ziman: "Em hemû siyasetên dewleta Tirk ku li Sûriyê pêk tîn in, dibîn in. Ew berjewendiyên xwe diparêze, welatiyên resen didin koçberkirin. Xaka Efrînê di vê çarçoveyê de dagirkirine û siyasetên xwe yên qirêj pêk tîn in."

Neclai Hemze, her wiha bal kişand ser kiryarên çeteyên dewleta Tirk jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çete fermanan derdixin, talan û diziya xwe rewa nîşan didin û dibêjin ku ew xenîmeyên şer in. Ev kiryarên wan dê aramiyê ji Efrîn û şêniyên wê re pêk neyîn in. Efrîn cihê herî bi ewle yê herêmê bû, niha bûye cihê herî ne aram. Bi hezaran welatiyên koçber li Efrînê bi cih bibûn."

Endama Buroya Jina a MSD'ê Ferîde Kurdî jî têkildarî mijarê got ku dewleta Tirk li herêma Efrînê guhertina demografî pêk tîn e û wiha dom kir: "Ev siyaseta wan bandoreke neyînî li tevahî şêniyên Sûriyê ye. Riwê rast ê dewleta Tirk xuya kiriye. Armanca wê ya rast ji şerê pêk tîne, diyar dibe. Ji danîna ala Tirkiyê li ser avahiyan nîşan dide."

(dc)

ANHA