GIRÊ SPÎ

Li Akademiya Şehîd Siyamend a girêdayî Yekîtiya Dîsîplîna Leşkerî 4'emîn dewreya dîsîplîna leşkerî ya bi navê Şehîd Fîras Kobanê ku 30'î endam beşdarî wê bibûn bi merasîmekê hate bidawîkirin. Dewre 45 rojan dom kir û têde waneyên siysaî, fikrî, bîrdozî û leşkerî hatin dayîn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi turaneke leşkerî ji aliyê endamên dewreyê ve û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endamê Rêveberiya Yekîtiya Dîsîplîna Leşkerî Şahîn Ebdullah axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû endaman pîroz kir û got ku piştî vê dewreyê êdî endamên beşdar divê bi rihekî berpirsyar tevbigerin.

Piştre endamên beşdarî dewreyê bûne sûnd xwarin.

Endamê bi navê  Yezen Mûsa got ku ew bi beşdarbûna xwe ya nava vê dewreyê gelekî kêfxweş e û diyar kir ku dê bi hemû hêza xwe bajarê xwe birêxistin bikin û bang li hemû ciwanan kir ku cihê xwe di nava xebatên pêşxistina bajarê xwe de bigirin.

Merasîma bi stranên şoreşgerî û xelekên dîlanê bi dawî bû.

(hh/jh)

ANHA