KOBANÊ

Hêzên QSD'ê 16 roj berê dewreya leşkerî ji bo 175 şervanan dabû destpêkirin. Dewreya ku bi navê şehîd Cîger Hesekê hate vekirin, li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla pêk hat. Her wiha hêzên Koalîsyona Navdewletî jî ji bo perwerdeya şervanan piştgirî da.

Ev dewreya 29'an a hêzên QSD'ê ye. Şervanan piştî dewre bi dawî kir, dê tev li Hemleya Bagera Cizîrê bibin.

Şehîd Cîger Hesekê di Hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûbû.

(şm-sn/ew)

ANHA