XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku di encama mudaxeleyên hêzên Îsraîlê yên çalakgerên "Meşa Mezin a Vegerê" du filistînî yek jê hemşîre ku bi dildarî  birîndar derman dikir "Ebdullah El-Qitetî" û Elî El-Alûl ê (55) salî bi guleya hêzên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan.

Nûçegihanê me diyar kir hejmara qurbaniyên çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" ku ji 30‘ê Adarê ve dest pê kiriye gihişt 160 miriyan. Her wiha 242 birîndar bûne, di nav de 26 zarok, du rojnamevan û 5 hemşîre, rewşa 5 kesan jî di xeteriyê de ye.

ANHA