Ermenistanê îro ragihand ku Azerbêcanê seat di 80:45'ê vê sibehê de deverên şer ên bakurê rojhilat ên girêdayî Qerebaxê topbaran kirin. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan bi tweetekê tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi domandina agirbestê kir.
Azerbêcanê, Ermenistan bi binpêkirina agirbesta li Qerebaxê tawanbar kir, lê Ermenistanê ev yek înkar kir.
Duh bi şev, Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku piştî dan û standina li Washingtonê Ermenistan û Azerbêcan ji nû ve soz bidin ku ji roja duşemê ve dê dest bi agirbestê li herêma Qerebaxê bikin.
Her du aliyên nakok bi navbeynkariya Rûsyayê berê gihaştibûn du agirbestan lê ji ber zextên dewleta Tirk li ser Azerbêcanê ev peyman têk diçûn.