RUBA EL-ELÎ / REQA

Bi rasthatina meha Remezanê, Saziya Karûbarên Olî bi hevkariya Şaredariya Gel a Reqayê dest bi hejmartina malbatên xizan kirin da ku alîkariya wan bike. Saziyê dê di meha Remezanê de xwarina fitarê li wan belav bike.

Serokê Saziya Karûbarên Olî Elî Nayif diyar kir ku wan di serî de hejmara malbatên xizan tesbît kirin, paşê jî biryar girtin ku xwarinê pêşkêşî wan bike.

Hevserokê Şaredariyê jî Ehmed Ibarhîm anî ziman ku alîkardayîna bi malbatên xizan re dê berdewam e.

(bb)

ANHA