NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de jî bal kişandin ser rewşa Sûriyê, Iraq û Yemenê. Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê rewşa Sûriyê de sernavê "Rêjîm û Rûsiya di sala derbasbûyî de bi dehan komkujî pêk tîn e" avêt. Rojnameyê got ku rêxistina mafê mirovan derbarê herêmên kêmkirina şer a li Idlibê de bi dehan komkujî û binpêkirin pêk anîn û wiha dom kir: "Bi sedan binpêkirin kirin, di encamê de jin û zarok jî di nav de hezar sivîl şehîd bûne."

Rojnameyê di nivîsa xwe de raporek ku ji aliyê "Şebeke Sûriya ya Mafê Mirovan" derbarê pêkanîna herêmên kêmkirina şer li Idlibê nûçe da û wiha dom kir: "Piştî salek di ser itîfaqa Ilibê ya herêmên kêmkirina şer, hêzên Rûsiya û Rêjîma Sûriyê zêdeyî 30 komkujiyan metirsyar li Idlibê pêk anîn, di encamê de derdora hezar û 109 sivîlan di nava wan de 255 zarok û 209 jin hene."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Misogerkarên Astana, diçin Cinêv da ku mijara komîteya destûrî diyar bikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha got: "Aloziya li Idliba Bakurê Sûriyê ku wekî herêmên kêmkirina şer tê naskirin, dijwar dibe.  Mijarên ku beriya niha li Astana di navbera Rûsiya, Tirkiyê û ÎRan hatiye nîqaşkirin, dê careke din li Cinêvê were nîqaşkirin, bi taybet di mijara avakirina komîteya destûrê de."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê hebûna hêzên Îranê li Sûriyê sernavê "Rûhanî parastina hebûna hêzên welatî xwe li Sûriyê dike" avêt. Rojnameyê got ku Serokê Îranê Hesen Rûhanî hebûna şêwirmendên Îranê li kêleka hêzên rêjîma Sûriyê ji bo tuekirina teroristan li Sûriyê ye. Rojnameyê nivîsa wiha dom kir: "Malpera Serokatiyê ya Îranê li ser malperên civakî got ku Rûhanî bi Serokê Firansayê re têkiliyên hevbeş û karûbarên herîmî, her wiha dosya nuklerî ya Îranê re nîqaş kirine. Di heman dmeê de herdû aliyan hate gotin ku Rûhanî parastina hebûna hêzên welatî wî li Sûriyê kiriye."

Iraq

Derbarê rewşa Iraqê de jî Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Tercîha ku Ebadî û El-Malikî tevî koalîsyona Sedir û El-Amirî bibin" avêt. Rojnameya El-Ereb jî sernavê "Muqteda El-Sedir ji " Muqteda El-Sedikr 'ji Sairûn, ber bi Sairûn ve' bi Heşd re ber bi Îranê ve" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokê Xeta El-Sedir, Muqtea El-Sedir hevkariya xwe ya bi Hadî El-Amirî yek ji rêveberên mezin ên Heşid El-Şebî" avêt.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku ev gaveke ku dê Iraqê ber bi sererastkirina rewşê ve bibe.

Yemen

Girêdayî mijara Yemenê rojnameya El-Ereb sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Destpêkirina şerê El-Hedîde rê li pêşiya veguhertineke mezin di şerê Yemenê de vedike." Rojnameyê diyar kir ku hêzên Yemenê yên ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî werdigire gihîştine ber deriyên balefirgeha bajarê El-Hedîde ya stratejîk û tê gumankirin ku vegerandina wê guhertinekê di şerê Yemenê de peyda bike, ango ji dema bajarê Edenê ji Hosiyan beriya sê salan hatiye rizgarkirin.

Rojnameyê diyar kir ku "dîplomasî dibêjin ku  Emerîkî li hemberî vê çalakiyên dilaram in û dibe ku derbeyeke giran li serweriya Îranê li Yemenê bide. Bi taybet piştî biryara serokê Emerîka Donald Trump ya vekişandina ji hevpeymana nuklerî. Sefîr Silêman El-Mezrûhî jî wiha got: "Tevgera Koalîsyona Erebî di asta yekemîn de ji bo rê li pêşiya derketina Hizbullahekî nû li başûrê nîvgirava Erebî bigire. Her wiha rê li pêşiya hewldanên Îranê ya sînordarkirina dewletên kendavê were girtin."

Îsraîlê serkeftineke leşkerî pêkanî lê rastî derbeyeke stratejîk hat

Girêdayî mijara Filestînê, rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pilaneke stratejîk a Îsraîlê ji bo wergirtina şerê hişmendiyê li dijî Gazza." Rojnameyê diyar kir ku li gorî lêkolîneke stratejîk li Îsraîlê ew e ku Îsraîl di aliyê leşkerî de bi serketiye lê di şerê girîng a li hemberî hişmendiyê têkçûye û perspektîfên xweguhertinê pêşkêşî wê tên kirin."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de diyar kir ku lêkolîna girêdayî zanîngeha Til Evîv eşkere dike ku Îsraîlê karibû rê li pêşiya hatina Filestîniyan ji Gazzayê bigire, nemaze di dema xwepêşandanên li dijî veguhestina sefareta Emerîka ber bi Qudsê ve. Lê rastî derbeyeke stratejîk a mezin di asta hişmendiyê de hatiye. Li gorî lêkolînê ev yek di şopandina toreyên çapemeniyê yên veguhestina sefaretê de diyar dibe û toreyên çapemeniyan wêneyên kuştiyên Filestîniyan dane pêşiya wêneyên sefaretê.

Lûtkeyên 7 dewletên mezin û Rêxistina Şanghay, cîhan derbasî qonaxeke nû kir

Girêdayî hin mijarên din ên cîhanê rojnameya Şerq El-Ewsat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Cîhan piştî lûtkeyên 7 dewletên mezin û Rêxistina Şanghay" rojnameyê diyar kir ku lidarxistina lûtkeya 7 dewletên mezin li Kîbêk a Kanada di heman dema lidarxistina lûtkeya Rêxistina Şanghay li bajarê Tçîngdaw a Çînê di hefteya borî de û tiştên têde rû dane dibe ku qonaxeke nû ya cîhanê û hêzên mezin be.

Rojnameyê diyar kir ku di lûtkeya Kîbêk de nakokî di navbera Trump û hevkarên wî yên din de di derbarê gelek mijaran de derketin û di nava wan de daxwaza vegerandina Rûsyayê ya nava 7 dewletên mezin, her wiha mijarên atmosfêrê û têkliyên bazirganî. Her wiha helwesta li hemberî hevpeymana nuklerî ya Îranê."