HÊZA HESEN / KOBANÊ

Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê Dilîşan Îbiş, Rizgar Deniz û Hogir Mihemed, 12‘ê Cotmeha 2017‘an di şopandina pêngava Bagera Cizîrê, berxwedana şervanan, rewşa sivîlên ku ji ber faşîzmeya DAIŞ‘ê direviyan, rastî êrîşa DAIŞ'ê hatin. Dilîşan û Hogir jiyana xwe ji dest da. Rizgar Denîz ku birîndar dibe piştî 75 rojan li nexweşxaneyê li ber xwe da û gihaşt şehadetê.

Dilîşan Îbiş di sala 1991‘an de li bajarê Kobanê ji dayik dibe, piştî ku xwendina xwe ya navîn bi dawî dike, li Helebê Peymangeha Rêveberina Kar dixwîne. Sala 2011‘an vedigre Kobanê û beşdarî şoreşa Rojava dibe. Li ser vê yekê xebatên ragihandinê dipejirîne da ku rastiya şoreşê ragihîne.

Dilîşan Îbiş ji damezirînerên Radyoya Dengê Kobanê ye

Dilişan di xebatên ragihandinê de xwe bi pêş xist.  Rexmî kêmderfetan roleke girîng di ragihandina şoreşê de û dengê gelê Rojava de lîst. Dilîşan yek ji damezirînerên Radyoya Dengê Kobanê bû, bi destpêka vekirina radyoyê re erka berpirsyarî hilgirt ser milê xwe, astengî û kêmderfet li pêşiya xebata xwe ya ragihandina heqîqetê nebûn asteng.

Paşê jî beşdarî xebatên ajansa me dibe û bi awayekî çalak hemleyên rizgarkirina xaka Kobanê, Minbic, Reqa şopandin û herî dawî jî di şopandina pêngava Bagera Cizîrê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha bûbû dengê gel û jinên azad.

‘Dilîşan çavkaniya hêz û moralê bû‘

Xebatkara Radyoya Dengê Kobanê Perwerîn Baqî û hevrêya şehîd Dilîşan Îbiş li ser kesayeta Dilîşanê wiha dibêje: "Dilîşan miroveke mutewazî bû, xwedî riheke pak bû, her tim hêvî dida kesên derdorê. Di xebata xwe de girîngî dida sivîlên ku ji ber faşîzma çeteyan direviyan û li wan guhdar dikir, her wiha êşa wan parve dikir."

Perwîn, destnîşan kir ku di pêngavên şer de wan hêz û morala xwe ji Dilîşanê digirt û ev tişt anî ziman: "Dilîşan asta xebata me mezin kir, her tim bi rihê israr û berxwedanê hêz dida hevalên xwe û daxwaza bilindkirina dengê heqîqetê li hemberî faşîzmê dikir."

‘Keça min di oxira ragihandina heqîqetê de şehîd bû‘

Dayika şehîd Dilîşan, Şemsa Mihemed Elî jî diyar kir ku ew bi şehadeta keça xwe serbilind e ji ber ku rêya heqîqetê şopand da ku bibe dengê gelê bindest. Dayika Dilîşan wiha got: "Ez bi Dilîşanê û karê wê di ragihandinê de serbilind im, Dilîşanê bi kamera û pênûsa xwe ya azad berxwedana şervanan ragihand."

ANHA