NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera yekemîn a şehadeta her du nûçegihanên me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed e. Her du hevrêyên me  di 12`ê Cotmeha 2017`an de, dema pêngava Bagera Cizîrê dişopand û bi taybet dema rewşa sivîlên ku ji herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ`ê de dişopand, di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de tevî bi dehan ji sivîlan şehîd bûn. Her wiha nûçegihanê me Rizgar Denîz jî di wê teqînê de bi giranî birîndar bû, piştî demekê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî li nexweşxaneya Şamê şehîd bû.

Dilîşan di oxira ragihandina dengê rastiyê de şehîd bû

Hevrêya me, nûçegihana ANHA’yê Dilîşan Îbiş di oxira ragihandina dengê rastiyê de, dema bi hawara sivîlên ku ji ber hovîtiya çeteyan koçber bibûn de diçe, dema dixwest dengê gelê koçber ê Dêrazorê ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne, di encama êrîşa hovane ya çeteyan de ku li dijî sivîlan pêk hat, şehîd bû. Dilîşan jî wekî Denîzan, Amedan û Xerîban navê xwe bi tîpên zêrîn di dîwana şehîdên azadiyê de nivîsand. 

Hevrê Dilîşan Îbiş di 26′ê Îlona sala 1993′yan de li bajarê Kobanê ji dayik bûye. Dilîşan di malbateke welatparêz de ku ji 9 kesan pêk tê, hate dinê. Di malê de ew zaroka herî biçûk bû. Malbata wê ji salên 80′yî ve tevgera azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye û di nava xebatên tekoşînê de cih girtiye.

Hevrê Dilîşan ji zarokatiya xwe ve xwedî kesayeteke zindî, dilnizm bû. Bi hezkirina xwe ya ji derdorê re dihat nasîn. Wê pir ji dayik, bav, xwişk û birayên xwe hez dikir. 

Dilîşan di sala 1999′an de li dibistana seretayî ya El-Muhdîse ya bajarê Kobanê dest bi xwendinê kir. Ew bi aramî û ruhê xwe yê xweş dihat nasîn. Di xwendinê de jîr bû, vê yekê hişt ku heval û mamosteyên wê jê hez bikin. Dilîşan xwendina xwe li dibistanên navîn ên Xensa û dibistana amadeyî ya Şeriye domand. Li dibistanê bi exlaq, zindîbûyîn û hezkirina xwe ji hevalên xwe re dihat nasîn. 

Piştî ku dibistana amadeyî bi dawî kir, di sala 2011′an berê xwe da bajarê Helebê da ku xwendina xwe bidomîne. Li wir Peymangeha Rêvebirina Karûbaran li Zanîngeha Helebê xwend. Di sala duyemîn de ango sala 2012′an de dîsa vegeriya bajarê Kobanê. Wê demê tev li xebatên Konfederasyona Xwendekarên Kurd bû.  

Ji wê demê ve Dilîşan beşdarî hemû meş û çalakiyên ku ji bo azadiyê û hilweşandina rêjîma Baasê li bajarê Kobanê dihatin organîzekirin, bû. Dema ku li Kobanê Şoreşa Rojava di 19′ê Tîrmeha sala 2012′an de dest pê kir, Dilîşan di şahiya azadiyê û derxistina rêjîma Baas ji bajar de amade bû.

Piştî Kobanê ji rêjîma Baas hate rizgarkirin, Dilîşan têkoşîna xwe xurttir kir û dest bi birêxistinkirina xwendekaran kir. 

Dengê şoreşê ragihand

Piştî ku radyoya Dengê Kobanê di 11′ê Cotmeha sala 2012′an de vebû, Dilîşan di sala 2013′an de beşdarî xebatên ragihandinê bû û di radyoyê de cih girt, da ku rastiya şoreşa Rojava ji tevahî cîhanê re ragihîne. Dilîşanê di radyoyê de pêşkêşiya bultenên erebî kir.

Dest bi nûçegihaniya şer kir

Dema ku gundewarên rojhilatê Kobanê û bajarê Girê Spî û gundên wê di salvegera yekemîn a Şoreşa 19′ê Tîrmehê de rastî êrîşên çeteyên DAIŞ′ê û Cebhet El-Nusra hatin, Dilîşan dest bi nûçegihaniya şer kir. Berê xwe da eniyên berxwedanê û destaneyên ku şervanên azadiyê li qadên şer nivîsandin, ragihandin. Her wiha seferberiya gel a ber bi çeperên şer ve şopand û der barê qehremaniya ku dihat kirin de gelek bername amade kirin. 

Piştî nûçegihaniya şer, Dilîşan dest bi amadekirin û pêşkêşkirina programên siyasî kir. Li gel pêşkêşkirina programan, hevalên xwe yên radyoyê perwerde dikirin. 

Dema ku çeteyên DAIŞ′ê di 15′ê Îlona sala 2014′an de êrîşî kantona Kobanê kir, Dilîşan çeperên şer ên rojhilat, rojava û başûrê Kobanê şopandin û pêşkêşiya programên siyasî didomand.

Heta kêliya dawîn li ber xwe da

Dilîşan û hevalên xwe di dema êrîşên çeteyan de li radyoyê xebata xwe domand. Dema ku çete kêmî kîlometreyekê nêzî navenda radyoyê ya 5 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê bûn, Dilîşan û hevalên xwe neçar man ku ji navendê derkevin û li bajarê Kobanê dest bi weşanê bikin. Dema ku çete derbasî bajêr bûn jî, di 5′ê Cotmeha sala 2014′an de Dilîşan tevî hejmareke mezin a rojnamevanan ji bajar ber bi bakurê Kurdistanê ve hatin veguhastin.

Dema Dilîşan û hevalên xwe sînor derbas kirin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin û li stadeke sporê ya girtî hatin bicihkirin. Wê demê Dilîşan û hevalên xwe 13 rojan ketin greva birçîbûnê. Ji ber vê dewleta Tirk neçar bû ku wan serbest berde û Dilîşan hat kantona Cizîrê. 

Dengê Kobanê ji nû ve ava kir

Hevrê Dilîşan piştî ku gihaşte kantona Cizîrê destpêka meha Mijdara 2014′an têkoşîna xwe berdewam kir û li bajarê Qamişlo tev li xebatên radyoya Dengê Cûdî bû. Li bendê bû ku Kobanê rizgar bibe, da radyoya Dengê Kobanê ji nû ve ava bike. Hîna pîrozbahiyên rizgarkirina Kobanê geş bûn, Delîşan vegeriya xaka xwe ya pîroz. Piştre komeke ciwanan bê navber perwerde kir û radyoya Dengê Kobane ku hêviya gelê Kobanê û Bakurê Kurdistanê bû, di 13′ê Adara 2015′an de bi keda wê dîsa dest bi weşanê kir.

Ruhê gelê Kobanê bi weşana radyoya Dengê Kobanê re geş bû. Êdî Dilîşan di berbanga sibehê de bi dengê xwe yê nazlîn ji gelê Kobanê, bakurê Kurdistanê û şervanên YPG/YPJ′ê re digot ʺrojbaşʺ.

Ji xebatên radyoyê derbasî nûçegihaniyê bû

Lêgerînên hevrê Dilîşan ên nûçegihaniyê û bûyîna dengê rastiyê, zêdetir bûn. Berî ku derbasî xebatên ajansa me (ANHA) bibe ji televîzyona Ronahî TV re nûçegihanî kir. Tev li hemleya rizgarkirina Sirîn, hemleya Şehîd Gelhat, Minbic, Reqa û herî dawiyê pêngava Bagera Cizîrê bû.  

Hevrê Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed li kêleka şervanên QSD′ê pêngava Bagera Cizîrê dişopand. Di roja 12′ê Cotmehê de her sê nûçegihanên me berê xwe da qada Xurafî (ya dikeve navbera Heseke û Dêrazorê de) ku sivîlên ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar bûne û rewşa wan şopand. Çeteyên DAIŞ′ê firsend neda ku ew sivîlên rizgarkirî bêhna xwe berdin û bi du erebeyên teqemeniyê êrîşî sivîlan kir.

Di encamê de komkujiyeke hovane pêk hat. Her sê nûçegihanên me jî di nava komkujiyê de bûn. Hevrê Dilîşan ku li êş û azarên sivîlan guhdar dikir û ew roj dikir belgeyeke dîrokî, şehîd bû. Rizgar Denîz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn. Heta niha hatiye tesbîtkirin ku 14 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 73 sivîl jî birîndar bûne.

Dilîşan Îbiş ku parçeyek ji berxwedana Kobanê bû, biryar dabû ku bi nasnameya nûçegihaniyê xizmeta gelê xwe bike. Dildara welatê xwe bû, dosta hevalên xwe bû, mamosteya şagirtên xwe bû û evîndara karê xwe bû. Ew jî yek ji nûçegihanên şoreşa Rojava bû û dema ku nûçegihaniya şer dikir, bi lehengî şehîd bû.

Hogir mohra xwe li dîroka çapemeniya azad da

Rojnamevan Hogir Mihemed parçeyek ji şoreşa Rojava bû. Hem wek leşker hem wek rojnamevan ciyê xwe di nava hemleyan de girt û di encama têkoşîna ji bo heqîqetê de canê xwe feda kir.

Hogir Mihemed di sala 1991`an de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji dayik bû. Malbata wî di salên 90’î de tevgera azadiya gelê Kurd nasî, apê wî Cûma Mihemed (Roşer Menal) tev li tevgera azadiyê dibe û sala 1994`an li herêma Garzanê şehîd dibe. Niha jî du birayên wî ciyê xwe di nava refên YPG`ê de digirin û birayê sêyemîn jî di nava hêzên Asayîşê de ye.

Rojnamevan Hogir li dibistana Axir Zeman a gundê Xirbe Xedîr dixwîne. Ji xwendinê hez dike û zîrek e. Nikare berdewam bike û ji bo ku ji bavê xwe re bibe alîkar dev ji dibistana xwe berdide û bi çandiniyê re mijûl dibe.

Sala 2011`an tev li şoreşê dibe

Hogir di 20 saliya xwe de mîna bi hezaran keç û xortên Rojava di destpêka şoreşê de cihê xwe di nava têkoşîne de girt. Tev li YPG`ê bû, ajokarekî zîrek bû û çek û cebilxane digihande hevalên xwe yên li eniyên şer. Têkoşîna wî ji Serêkaniyê dest pê kir û herî dawî wek nûçegihan tev li pêngava Bagera Cizîrê bû.

Bi destpêkirina pêngava Bagera Cizîrê re 12`ê Cotmehê bi sedan şêniyên Dêrazorê ji ber zilma rejîma Baas a Sûriyeyê û çeteyên DIAŞ`ê berê xwe da herêmên rizgarkirî yên di bin ewlehiya QSD`ê de. Sivîlên rizgarkirî nêzî rêya Xerafî ya Ebû Fas di navbera Dêrazor û Heseke de diman. Nûçegihanê me Hogir Mihemed, Dilîşan Îbiş û Rizgar Denîz berê xwe da sivîlên rizgarkirî û hewl da dengê wan koçberan ji raya giştî re ragihînin.

Çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane êrîşî sivîlan kir. Du erebeyên bombebarkirî bi sivîlan de teqandin û di encamê de bi dehan sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest da. Her wiha nûçegihanên me Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş şehîd bûn û Rizgar Denîz jî birîndar bû.

Dayik û bavê wî, qala Hogir kir

Bavê şehîd Hogir, Feysel Mihemed anî ziman ku şehîd Hogir dostê hevalên xwe yên wextên zor û zehmet bû û wiha pê de çû: "Mirovekî xwedî exlaq bû, ji hevalên xwe hez dikir. Ji dilê xwe yê pak dikarîbû bi her kesî re danûstandinê bike."

Dayika Hogir, Nesriya Ibrahîm der barê van gotinan de wiha axivî: "Dilê wî ranedigirt ku min aciz bike û her li ber dilê min digeriya. Mirovekî bi exlaq bû û ji kesî aciz nedibû."

Yek ji hevalên Hogir, Kawa Beşîr jî wiha got: "Min 8 salan bi şehîd Hogir re hevaltî kir û rojekê ez jê aciz nebûm. Li hevalên xwe dipirsî û ji wan hez dikir. "

(ekîb/kc)

ANHA