NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanî (KKP) têkildarî biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya der heqê 3 şoreşger û damezirînerên PKK`ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo raya giştî ya demokratîk û şoreşgerî li herêmê û tevahiya cîhanê;

Rejîma Amerîkayê û yên wekî wê  ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê bi awayekî rast û durist kar nakin, ew her dem li dijî kesayet û tevgerên rizgariyê yên ku keysbazî, heqaret û zilmkariyê red dikin, şer dikin.

Ev pergal her dem li dijî pêvajoya aştî, jiyana biratî ya di navbera gel û neteweyan de, disekine. Di heman demê de, her dem destekê dide kesayet, partî û pergalên paşverû û otorîter, ji wan jî sîstema Tirkiyeyê ya dagirker bi serkêşiya terorê yekemîn Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî ya li dijî partiyên aştîxwaz û demokratîk. Helwesta berê ya Amerîkayê û helwesta niha ku herî dawî bi dayîna milyonan dolar ji bo kesên ku cihê şoreşgerên Partiya Karkerên Kurdistanê diyar bike, derket holê da ku wan bike hedefa xwe. Ev karekî terorîstî ye û der heqê pêvajoya aştî û têkoşerên wê de siyaseteke cezairinê ye.

Em wek Partiya Komunîst a Kurdistanî (KKP) vê biryarê bi awayekî tund şermezar dikin û em dibînin ku ev tawaneke der heqê hemû hêzên demokratîk û şoreşger li herêmê û cîhanê de ye. Ji me hemûyan tê xwestin ku vê biryarê şermezar bikin û li rex kesayetên fermandar ên şoreşger û partiya wan a şoreşgerî ya rizgarî ya li dijî faşîstbûn û emperyalîzmê her tim û li her cihî li ber xwe dide, bisekinin.”

(kc)