Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, ku sivîlan dike hedefa xwe bilindtir bûne. Hikumeta Başûrê Kurdistanê, Iraq û civaka navneteweyî bêdeng e, her wiha gelên herêmê û gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê ji van êrîşan bi gazin in.
Derbarê mijarê de, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Kurd li Sûriyê (Yekitî) û berpirsê rêxistina partiyê li herêmê Idrîs Îso ji ANHA`yê re axivî.
Îso wiha got: "Gelek armancên dagirkeriya Tirkiyê ji van êrîşan hene. A girîng şikandina îradeya gelên herêmê û dagirkirina destekftiyên ku bi saya şehîdan li Başûrê Kurdistanê bidestxistine, ye. Her wiha hebûna Kurd û destkefiyên Kurdan ên li her derê dike armanca xwe. Mînaka herî dawî jî destkeftiyên ku herî dawî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, e."
Îso diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê her wiha armanc dike ku "Mîsaqa Millî" pêk bîne û gotinên xwe wiha domand: “Ev yek bi rêya daxuyaniya yek ji berpirsên hikumeta AKP`ê hate zelalkirin. Berpirsê AKP’ê daxuyand ku gelek herêmên Bakurê Sûriyê mîna parêzgeha Heleb, Reqa û herêma Cizîrê heta parêzgeha Mûsilê li Iraqê, ew xaka Tirkiyê ye."
Îso bêdengiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê ya li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê şermezar kir.
Îso wiha got: "Tirkiye rastî aloziyeke mezin a aborî tê. Dewleta Tikriyê hewl dide bi rêya hedefgirtina gelê Kurd pirgirêkên xwe yên hundirîn derxe derve."
Idrîs Îso bang li hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi hemû rêyan, leşkerî, siyasî û diblomasî êrîşan bidin rawestandin.
(jo/bm)
ANHA