Di hefteyên dawîn de serdanên şandeyên dîplomatîk, siyasî û leşkerî yên rojavayî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Girêdayî sedema van serdanan, muxalifê Sûriyê û gerînendeyê Navenda Şam a Lêkolînên Demokratîk û Mafên Mirovan Eksem Neîsa ji ANHA‘yê re axivî.
Neîsa di destpêka axaftina xwe de got: "Gelek sedemên van serdanan hene, piraniya wan girêdayî xwezaya pêvajoyê ne ku Rêveberiya Xweser xwedî rewşeke girîng di siyaseta Sûriyê de ye.”
Neîsa li ser encamên serdanan got: "Sozên Amerîka û Koalîsyona Navdewletî pêşkêş dike, kêm in û nagihîje asta girîngiya Rêveberiya Xweser. Mînak; sozên beşdarkirina Kurdan di diyalogên bê de li gorî rola Rêveberiyê Xweser, ev tiştekî kêm e ji ber ku beşdarkirina Kurdan şertekî xwezayî ye û nabe rola Kurdan di çareserkirina aloziya Sûriyê de were paşguhkirin."
Di hefteya derbasbûyî de şandeya dîplomatên rojavayî; DYA, Belçîka, Fransa, Parlamantoya Ewropayê, Erebistana Siûdî, Kazaxistan û Ozbekistan û şandeya akademîsyen û rewşenbîrên Ereb û biyanî serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û piştgiya xwe bi rêveberiya re ragihand û girîngiya beşdarkirina rêveberiyê di çareserkirina aloziya Sûriyê de parve kir.
Eksem Nesîa di nava gotinên xwe de destnîşan kir ku sozên hatin dayîn kêm in, lê nîşaneyeke girîng e ku zemîneke siyasî hebe ku ji dewletên mezin bi taybet ên Ewropî ku Rêveberiya Xweser were qebûlkirin û wiha domand: "Bi teqez ev zemîn ne Ewropa û ne jî rojava wekî sifreyeke ji zêr pêşkêş dike, lê şertên xwe jî li hember vê yekê hene. Ez texmîn dikim ku ev erka berpirsyariya Rêveberiya Xweser e ku rewşê qezenc bike û gavên pêş de biavêje da ku karibe bandorê li prosesa siyasî bike."
Neîsa bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku sazûmaniya saziyên xwe li gorî pêvajoya bê nû bike û ev tişt anî ziman: "Ez texmîn dikim ku Rêveberiya Xweser di vê astê de be divê sîwana wê ya siyasî MSD sazûmaniyê li gorî pêwîstî û hesasiyetên pêvajoyê ava bike. Di vir de jî wekî me bi bîr xist; pişta xwe bide kadroyên siyasî yên dînamîk û pispor.”
Eksem Neîsa di dawiya axaftina xwe de îşaret bi kaxezên bihêz ên li gel Rêberiya Xweser kir ku karibe di diyalogan de fişarê bike û got: "Li gel Rêveberiya Xweser kaxezên girîng hene ku dikare di hemû aliyan de bi kar bîne, herî zêde li ser maseya muzakereyan û beriya destpêkirina muzakereyan, mîna ku niha tê kirin."
(bb)
ANHA