Li ser daxwaza Forum a Kurdî Almanî li Dresden (KDF) a bi serokatiya endamê Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya Kurdistanê Yûnis Bahram û hevkariya serokatiya Giştî ya Ewqafan a Dêrzên Katolîk li bajarê Zaksenê saet 17:00‘an li bajarê Dersden ê Almanyayê, cara sêyemîn e ku dêrên xiristiyanan ji bo piştgiriya Rojava li zingilên aştiyê xistin.
Di vê çarçoveyê de nêzî hezar kes ji bo Rojava nimêj kirin û li zingilên aştiyê yên dêran guhdar kirin
Keşeyê Dêrê Michael Zimmermann, diyar kir ku ev cara yekemîn ku ewqas têne dêrê. Piştre axaftina giştî xwend û bi şêweyekî tund li dijî kiryarên Erdogan helwest da.
Keşeyê Dêrê Michael Zimmermann da xuyakirin ku, li dijî sûcên Erdogan nimêj tenê têrê nakê, pêwîstî bi pêşxistina çalakiyan heye.
ANHA