NAVENDA NÛÇEYAN

Di derbarê tevgerên aliyên Îraqê de ji bo avakirina hikûmetê rojnameya El-Ereb gotarek weşand û têde behsa encamên fermî yên hilbijartinên Îraqê dike û diyar dike ku yek ji serkeftiyên balkêş di hilbijartinna de serokwezîrê Îraqê Heyder El-Ebadî  û Lîsteya El-Nesir e ku ji rêjeya sêyemîn derket rêjeya duyemîn û ket pêşiya Lîsteya El-Fetih ku alîkariya xwe ji Îranê werdigire û serokê rêxistina Bedir Hadî El-Amirî ve tê birêvebirin û li paş lîsteya ku alîkariya xwe ji oldarê Şîayî Muqteda El-Sedir werdigire.

Her wiha sîstema hejmartina dengan a Komîseriya Hilbijartinan rastî gelek rexne û gumanan hat û gelek aliyan xwestin ku sîstema hejmartinan dengan bi destan were meşandin, piştî ku hate gotin ku li parêzgehên Enbar, Nînewa û Kerkûkê sextekarî pêk hatiye.

El-Ebadî  destwerdana vê dosyeyê kir û pêşniyar kir ku encamên 80 sindoqên Kerkûkê careke din bi destan were hejmartin.

Li borî encamên dawî, koalîsyona Saîron ku alîkariya xwe ji El-Sedir werdigire 55 kursî bi dest xwe ve anîne û di rêjeya duyemîn de El-Ebadî  ye ku 51 kursî bi dest xwe ve anîne û di rêjeya sêyemîn de Lîsteya El-Fetih e ku 50 kursî bi dest xwe ve anîne û hejmara kursiyên ku Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî El-Malikî ji 25 kursiyan  nehat guhertin.

Çavdêran diyar kirin ku rêzbûyîna serkeftiyan di hevsengiya avakirina hikûmetê de helwesta El-Ebadî  baştir dike.

Rojnameyê diyar kir ku serokê Feyleq El-Qudis Qasim Silêmanî gihîşt Bexdayê û bi gelek aliyan re civiya da ku Lîsteya El-Sedir di avakirina hikûmetê de bêbandor bike.

Derletina El-Ebadî  ya rêjeya duyemîn derfeta danûstandina wî bi El-Sedir re zêde dike da ku wîlayeta nû bi dest xwe ve bîne.

(jh)