REQA

Di bin durişmeya "Sûriyeke piralî, nenavendî û demokratîk" de Partiya Sûriya Paşerojê civîneke giştî ji welatiyên bajarê Reqayê re li dar xist da ku armanc û daxwazên partiyên di derbarê çareseriya aloziya Sûriyeyê de ji wan re şîrove bike.

Di civîna ku li salona El-Tac a bajarê Reqayê hatiye lidarxistin de endamên meclîsên herêmî û gelek welatiyên bajêr û serokê Partiya Sûriya Paşerojê Îbrahîm El-Qeftan û endamên partiyê yên bajarê Reqayê beşdar bûn.

Di civînê de gotûbêj di navbera welatiyan û endamên partiyê de di derbarê armancên partiyê û guhertinên ku dikare pêk bîne de pêk hat. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir paşê jî Serokê partiyê Îbrahîm El-Qeftan axivî. El-Qeftan di axaftina xwe de behsa armanca partiyê û daxwazên wê kir.

El-Qeftan da zanîn ku partiya wan ti carî bi kujeran û xayînan re nakeve nava diyalogê, lê belê dê danûstandinê bi kesên hatine xapandin re bike da ku aloziya Sûriyeyê were çareserkirin û wiha got: "Partiya me dê hewl bide danûstandinê bi hemû dewletên herêmî re bike. Em û ew baş dizanin ku destdirêjî û dagirkerî li ser axa me pêk hatiye û em ti carî bi vê yekê razî nabin."

Piştre beşdarên civînê pirs û nêrînên xwe anîn ziman. Di nava nêrînan de wleatiyên bi navên Meryem El-Şêx, Neda El-Dendel û Ehmed El-Uwês behsa şaştiyên saziyên sivîl û wekheviya di navera jin û zilaman de kirin. Her wiha behsa derfeta peydakirina kar ji jinan re kirin.

Welatiyan hêvî kirin ku partiya wan karibe şaştiyên hatine jiyankirin bi dawî bike û alîkariya welatiyên bajarê Reqayê di jinûve avakirina bajêr de bike.

Di dawiya civînê de serokê Partiya Sûriya Paşerojê Îbrahîm El-Qeftan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê hewl bidin hemû pirsgirêkên xizmetguzarî û çandiniyê yên herêma Reqayê çareser bikin."

ANHA