HESEKÊ

Di çarçoveya kar û xebatên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de, li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê civînek ji rewşenbîr û parêzerên navçeyê re hate lidarxistin. Di civînê de hevseroka MSD'ê Emîne Umer û cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a MSD'ê Hikmet Hebîb û bi dehan rewşenbîr, parêzer û siyasetmedarên navçeyê beşdar bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre cîgirê hevserokatiya MSD'ê Hikmet Hebîb piştî bixêrhatina mêvanan kir behsa geşedanên dawî yên aloziya Sûriyeyê kir.

Di civînê de Hevseroka MSD'ê Emîne Umer axivî û got ku armanc ji lidarxistina civînê ew e ku bi welatiyan re geşedanên dawî yên aloziya Sûriyeyê gotûbêj bikin û wiha anî ziman: "Em weke MSD'ê nêrîna xwe ya siyasî û der barê çareseriya aloziya Sûriyeyê de zelal ji welatiyan re vedibêjin û em ê li gorî biryarên di konferansa sêyemîn de hatine standin tevbigerin."

Emîne Umer da zanîn ku hemû dewletên destwerdana aloziya Sûriyeyê dikin hewl didin aloziyê li gorî berjewendiyên xwe çareser bikin û wiha domand: "Evan dewletên destwerdana aloziya Sûriyeyê dikin naxwazin alozî were çareserkirin, ji ber ku berjewendiya wan di dirêjkirina aloziyê de ye. Aliyê ku xwe weke opozîsyonê bi nav dike niha weke amûrekî di destên dewletên herêmî de ye û çeteyên DAIŞ'ê jî êdî li ber tunebûnê ne."

Emîne Umer behsa rewşa dawî li Idlibê jî kir û wiha got: "Tabûrên terorîst ên li Idlibê, dema ku peywira wan bi dawî bibe ew ê jî bêne tunekirin. Tirkiye di Sûriyeyê de alîkariya terorê dike û gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirine û aloziya Sûriyeyê girêkoktir dike. Dewletên ku îdîa dikin ku şerê li dijî terorê li Idlibê jiyana welatiyan dixe metirsiyê mixabin êrîşa artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li dijî Efrînê ku heta niha destdirêjiya welatiyên Efrînê dikin, paşguh dikin."

Emîne Umer da zanîn ku armanca MSD'ê ya sereke rizgarkirina herêma Efrînê û hemû herêmên ku dewleta Tirkiyeyê dagirkirine ye.

Hevseroka MSD'ê Emîne  Umer di dawiya axaftina xwe de got ku gelê Sûriyeyê dikare rêveberiya xwe bi xwe bike û bêyî ku daxwaza gelê Sûriyeyê pêk were ti carî aloziya Sûriyeyê nahê çareserkirin.

ANHA