Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên roja 56`an a berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê faaliyetên keşfê û topbarana li seranserê herêmê didomînin.
TIL TEMIR
Duh di saetên piştê nîvro de çeteyan li derdora gundê Um Elkêf çeperên hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî topbaran kirin.
EYN ÎSA
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh derdora gundên Korik û Îbrahîm El-Kurdî topbaran kirin.
Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin malên welatiyên sivîl."