YEHYA HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Xapandina Filistîniyan û çavên wê li Mûsil û Kerkûkê ne

Tirkiye di van salên borî de bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan di gelek aliyên cuda û nakok de tev geriya, lê hemû ji bo pêkanîna yek armancê ne. Ew armanc jî ew e ku hegomonya û serweriya xwe li herêmê, bi taybet jî li ser dewletên cîran berfireh bike. Dewletên Ereb û giştî herêma Rojhilata Navîn ji aliyê dewleta Tirk ve di van salên borî de rastî destdirêjiyan hat. Gelek aliyan wek "pîrebokan" bi nav kirin ji ber ku dema dixwaze destwerdana dewletekê bike dubare proje û planên xwe diguherîne. Di vî beşa dosyayê de em ê hewl bidin destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên Filistîn û Iraqê de vebêjin.

Recep Tayyîp Erdogan di sala 2003'an de gihaşt paya serokatiya hikumetê û di sala 2014'an de bû serokkomar û bi vê yekê qonaxeke nû di siyaseta Tirkiyeyê de hate destpêkirin. Li rex vê yekê li dewletên Ereb serhildanên li dijî sîstemên wan ên dîktator hatin lidarxistin. Ixwan Muslimîn ji vê yekê sûd wergirt û bi roleke sereke di alozkirinê de rabû. Vê yekê hişt ku rola Tirkiyeyê li van dewletan zêde bibe û "Osmaniyeke" nû li ser herêmê ferz bike.

Ji destpêka derbasbûna wî ya qada siyasî li Tirkiyeyê, xwest dilsoziya welatiyên Tirk û îslamiyan bi dirûşmên ku berovajî karên wî ne, wergire. Li gorî siyasetmedaran ew ji axaftinan û sorkirina welatiyan hez dike.

Erdogan ji bo dilsoziya îslamiyan wergire bi gotina helbestvanekî Tirk wiha dibêje: "Mizgeft baregehên me ne, qube kumên me ne, minare rimên me ne û bawermend leşkerên me ne". Her wiha Erdogan wiha got: "Em hestên artêşa Selahedîn El-Eyûbî dema ber bi Qudsê ve diçû hildigirin". Bi van gotinan bi hest û êşa welatiyên Filistînê dilîze.

Recep Tayyîp Erdogan xwedî projeya desthilatdar û împaratorî hin caran bi dirûşmên demokrasiyê bang dike û ji bo dagirkeriya Osmaniyan vegerîne xwe dispêre îslamiyan. Her wiha drama Tirkiyeyê jî ji bo pêkanîna xewna xwe bi kar tîne. Vegerandina dagirkeriya Osmaniyan û berjewendiyên wê armanca sereke ye û rêbaz çi be jî xem nake.

Erdogan û Filistîn.. dirûşmên xapînok ji bo armancên xwe yên xweberfirehkirinê veşêre

Erdogan di danûstandina xwe ya bi dewletên Ereb re siyaseta wergirtina coşa gelên wan da meşandin û daxwazên gelên herêmê ji xwe re bi kar anîn û piştre bi van daxwazan bazarên xwe kirin û paşê li dijî wan derket. Erdogan ji Bihara Ereban sûd wergirt û alîkarî bi rêxistinên terorîst re kir û gihand ‘Payîza Ereban’ û kambaxî û şer bi ser herêmê ve anîn. Her wiha bazirganiya mezhebî di navbera sûnnî û şîayan de kir û kîn di cîhana îslamî de zêde kir. HHHher wiha tevî ku Quds wek paytexta Îsraîlê nas kiriye, hê jî doza Filistînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Tevî pêşketin û geşbûna têkiliyên aborî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, Erdogan keysbaziya xwe li hemberî doza Filistînê bi dirûşman didomîne û ji keştiya Mavî Marmara dest pê kir û Erdogan di wê demê de rojane behsa wê dikir.

Doza destdirêjiya li keştiya Mavî Marmara di çarçoveyên derve yên siyaseta Tirkiyeyê de bi kar anî. Ev yek aşkera di axaftinên Erdogan de girêdayî ambargoya li ser Xezayê diyar dibû. Tirkiyeyê di aliyê çapemenî de dijberiya xwe li hemberî ambargoya Îsraîlê ya li ser Xezayê zêde kir.

Yek ji mercên vegerandina normalîzekirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li gorî ku gelek caran Erdogan behsa wê dikir "rakirina ambargoya li ser Xezayê" bû. Ji wê demê ve dijberiya Tirkiyeyê li hemberî Îsraîlê tenê di çarçoveya çapemeniyê de ma. Dema ku Tirkiye îdia dike ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re birîne, rêjeya pevguhertina bazirganî di navbera her duyan de derket asteke herî bilind. Rojnameya Yedhot Ehronot a Îsraîlê diyar kir ku çawa Erdogan di çapemeniyê de dijberiya xwe bi Îsraîlê re zêde dike û di heman demê de kurê Erdogan Burak Erdogan xwediyê şîrketa MB a veguhastina deryayî danûstandinê bi Til Evîvê re dike û hevpeymanan bi wê re îmze dike. Di dema herî dijwar a aloziya têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê de kurê Erdogan girêdest û hevpeymanên bazirganî bi Îsraîlê re îmze dikirin.

Di 27'ê Hezîrana 2016'an de serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim ragihand ku Îsraîl û Tirkiyeyê li paytexta Îtalya Romayê der barê mijara normalîzekirina têkiliyan de li hev kir û parlemana Tirkiyeyê jî di 20'ê Tebaxa 2016'an de erê kir. Lê ji ber vê normalîzekirina têkiliyan hêviyên filistîniyan şikestin û Erdogan di normalîzekirinê de behsa doza rakirina ambargoyê nekir. Her wiha li gorî hevpeymana normalîzekirinê ku Tirkiyeyê îmze kiriye "Tirkiyeyê bajarê Qudsê wek paytexta Îsraîlê nas kir û Îsraîlê jî Enqere wek paytexta Tirkiyeyê nas kir."

Erdogan di wê demê de serokwezîrê Tirkiyeyê bû û sala 2005'an de serdana Îsraîlê kir û bi xwe re karmendên payebilind û karsazên Tirkiyeyê birin. Her wiha bi serokê Îsraîlê Moşî Katsav û wezîrê karên derve Sîlvan Şelom û serokê Meclisa Wezîran Ariyêl Şaron re civiyan.

Dema ku şandeya Erdogan gihaşt Îsraîlê, Erdogan tavilê berê xwe da Navenda Serokê Îsraîlê Moşî Katsav a li Qudsê û serdana peyker "Yad Vaşîm" ku ji bo qurbaniyên Holokostê hatiye bicihkirin, kir. Erdogan di wê demê de bi Ariyêl Şaron re li Qudsê civiya û Şaron jê re wiha got: "Tu bi xêr hatî bajarê Qudsê bajarê me yê pîroz û paytexta Îsraîlê". Erdogan jî ev gotina Şaron bi rûkeniyekê pêşwazî kir û tu bertek nîşan nedan.

Erdogan ji bo destwerdana dewletên Ereb bike doza Filistînê ji xwe re bi kar anî. Çavdêr diyar dikin ku Erdogan xwediyê dirûşmên xapînok e û aloziya Qudsê ji xwe re bikar anî û hêrsa xwe li hemberî serokê Amerîkayê nîşan da. Erdogan Îsraîlê wek dergeha sereke ya darayî û bazarên cîhanê ji xwe re dibîne. Îsraîl jî Tirkiyeyê wek kilîta serweriya xwe li Rojhilata Navîn dibîne.

Tişta herî balkêş ew e ku şîrketên avakirina avahiyan ên ku niştecihên Îsraîlê li ser erdên filistîniyan ava dikin ji salên 90'î yên sedsala borî ve şîrketên Tirkiyeyê ne. Wek şîrketa "Yilmazlar" ku girêdesta wê di sala 2002'yan de li gorî hevpeymaneke di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de hate dirêjkirin.

Bi teror û avê.. çavên Tirkiyeyê li ser Mûsil û Kerkûkê ne

Li Iraqê jî çavên Tirkiyeyê her tim li ser Mûsil û Kerkûkê bûn. Di rastiyê de ji serdema Hevpeymana Sevrê ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve çavên Tirkiyeyê li ser Mûsil û Kerkûkê ne. Di wê demê de serokê Tirkiyeyê Kemal Ataturk qebûl nekir ku hevpeymanê îmze bike. Tirkiye bajarê Mûsilê wek berdewama çiyayên Anatolyayê dibîne û îdia dike ku hemû Kurd û Tirkên li van deveran û li Kerkûkê bi eslê xwe Tirk in.

Ji sala 1991'an heta sala 2003'yan hêzên Tirkiyeyê dubare êrîş dike, heta beriya vekişandina wê êrîşeke berfireh di bin navê "Polat" de pêk anî. Di sala 1995'an de serokê Tirkiyeyê Silêman Demîrel banga ji nû ve nexşandina sînorên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kir û xwest Mûsil û Kerkûkê li Tirkiyeyê zêde bike.

Piştî sala 2003'yan Tirkiyeyê danûstandina xwe bi Partî Demokratê Kurdistan (PDK) re dest pê kir û bi wê re gelek hevpeyman û girêdest îmze kirin. Yek ji wan girêdestên petrolê û li gorî wê petrola herêma başûrê Kurdistanê di rêya Tirkiyeyê re derbasî bazaran dibe. Niha bêtirî hezar û 23 şîrketên Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê dixebitin.

Li gorî gelek lêkolînan, Tirkiyeyê hêzên sunnî yên girêdayî parêzvanê Nînowayê yê berê Esîl El-Nuceyfî perwerde dike û alîkariya wan a lojîstîk dike da ku alîkariya îslamiyên sunnî yên li Iraqê wergire û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Tirkiyeyê her wiha sponsoriya terorê kir û danûstandina rêxistinên terorîst wek dewletan kir. Tirkiyeyê bi hevkariya van rêxistinên terorîst plan dikir ku bajarê Mûsilê bi dest xwe ve bîne. Çîroka balyozê Tirkiyeyê li Mûsilê di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de li rex kadroya balyozxaneyê ku bê pirsgirêk û bi hêsanî vegeriyan Tirkiyeyê, ji her kesî re aşkera ye. Tevî ku DAIŞ bi kuştin û hovîtiya xwe ji destpêka dagirkeriyê ve navdar e. Ev yek jî piştrast dike ku danûstandina Tirkiyeyê bi terorê re di asta herî jor de ye.

Her wiha Tirkiyeyê petrola ku ji Iraqê dihat dizîn, li gorî berjewendiya rêxistinên terorîst difirot. Îstixbarata Rûsyayê lêhûrbûnên çalakiya kirîn û firotina petrolê aşkera kir. Li rex vê yekê hatina terorîstan ji seranserî cîhanê hêsan ki,  baregehên perwerdekirinê ji wan re peyda kirin, li ser hesabê welatiyan û gelê Iraqê û çarenûsa wan fînanseya terorîstan dikir.

Tirkiye heta niha dema ku budçeya giştî ya welat diyar dike miqdareke "xeyalî" ji wîlayetên Mûsil û Kerkûkê re vediqetîne.

Li gorî agahiyan 14 baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê û 4 baregehên îstixbarata Tirkiyeyê di Iraqê de hene û hemû li deverên di bin serweriya PDK'ê de ne. Tirkiye hebûna pêkhateya Tirkmen li Iraqê di berjewendiya xwe de bikar tîne û îdîa dike ku parastina wan dike. Lê di bingeh de hewl dide Kerkûk û Mûsilê li nexşeya Tirkiyeyê zêde bike. Êrîşên sala 2014'an nîşana vê yekê ne lê di êrîşa li dijî Kerkûkê de têk çû.

Tevî ku hikumeta Iraqê di 12'ê Kanûna 2015'an de nerazîbûna xwe pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî kir a der barê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya derqanûnî li Iraqê, lê dîsa jî serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku hêzên Tirkiyeyê ev demeke dirêj e li Iraqê ne û ew tu carî van hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê venakişîne.

Dijberiya Tirkiyeyê li Iraqê ne tenê di aliyê leşkerî û siyasî de bû, lê belê ava çemên Dîcle û Firatê jî li ser Sûriye û Iraqê birîn. Di salên 50'î ya sedsala borî de, Tirkiye pêşniyar kir ku Bendava Ilisu ava bike û di sala 2006'an de li ser çemê Dîcle dest bi avakirina vê bendavê kir û di Sibata 2018'an de avakirina bendavê bi dawî kir.

Projeya avakirina bendavê ji ber gelek sedeman rastî nerazîbûneke navneteweyî hat. Yek ji van sedeman rêjeya herikîna ava çemê Dîcle li ser Sûriye û Iraqê gelekî hate kêmkirin û bêtirî 50 hezar welatiyên geliyê bendavê li bakurê Kurdistanê neyînî bi bandor bûn û bi taybet li gundê Ilisu û hin gundên derdora bendavê ku di encama kombûna ava bendavê de gelek gund bin av dibin.

Armanc ji avakirina projeyên bi vî rengî ew e ku Tirkiye bandora xwe li ser Iraqê zêde bike û mercên xwe li ser Sûriye û Iraqê ferz bike. Tirkiye dubare êrîşî gelê Kurd li başûrê Kurdistanê dike û helwesteke zelal li hemberî van êrîşan ji aliyê hikumeta Iraqê ve nayê nîşandan. Herî dawî Tirkiye bi balafireke bê pîlot êrîşî siwareya endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî kir û di encamê de şehîd xist. Şehîd Zekî Şengalî roleke mezin di rizgarkirina welatiyên Êzidî de li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirtin di leyîst.

Sibe: Alîkariya terorîstên li Sûriyeyê û têkşikandina şoreşê

ANHA