YEHYA HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkariya terorîstên li Sûriyeyê û têkşikandina şoreşê

Ji destpêka Bihara Gelan ve Erdogan hewl da li herêmê rasterast destwerdana van dewletên ku serhildan lê çêbûne bike û hêvî dikir ku bi lez dagirkeriya Osmaniyan vegerîne û xwe wek xelîfeyê îslamiyan nîşan bide. Erdogan alîkariya komên Ixwan Muslimîn kir. Dema ku şoreşa Sûriyeyê di 15'ê Adara 2011'an de dest pê kir. Erdogan tavilê fermandarên Ixwan Muslimîn ku li Tirkiyeyê rûdiniştin, kom kir, bi rêxistin kirin û bi rêya wan destwerdana karûbarên Sûriyeyê kir da ku çavbirçîbûna xwe pêk bîne.

Erdogan ji bo ku aliyên siyasî yên li Sûriyeyê li dijî hev bide şerkirin û şerê navxweyî di Sûriyeyê de derbixe, tev geriya da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Piştre jî aliyên ku alîkariya wan dikirin firotin rêjîmê û Rûsyayê û niha jî heman siyasetê dide meşandin. Diyardeya destwerdana Erdogan di Sûriyeyê de dema ku li bajarê Antalya yê Tirkiyeyê di 1'ê Hezîrana 2011'an de di bin navê "Konferansa Sûriyeyê ya Guhertinê" de ku ji aliyê Ixwan Muslimîn ve hatibû organîzekirin, aşkera bûn. Di wê konferansê de Erdogan wiha gotibû: "Di demeke Nêzîk ez ê li mizgefta mezin a El-Umewî ya Şamê nimêj bikim."

Komên çekdar ên ku Tirkiyeyê ava kirine

Piştî ku qaşo “Artêşa Azad” di 29'ê Tîrmeha 2011'an de ji aliyê serdar Hisên Hermûş ve ku ji artêşa rêjîmê veqetiyabû, hate avakirin. Hermûş ber bi Tirkiyeyê ve reviya û di rewşeke nediyar de di meha Tebaxê de winda bû. Di wê demê de Tirkiyeyê destwerdana xwe di nava çekdaran de pêk anî û komên çekdar ji xwe re ava kirin.

Di giştî salên aloziya Sûriyeyê de Tirkiyeyê gelek komên çekdar ava kirin û alîkariya wan komên terorîst kir. Hin komên ku Tirkiyeyê ava kirine û heta niha alîkariya wan dike ev in:

Tabûrên bi navên sultanên Osmaniyan

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve Tirkiyeyê gelek tabûrên çekdar di Sûriyeyê de ava kirin û navên sultanên Osmaniyan li wan kirin. Ev kom yên wekî; "Tugaya Sultan Murad, Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih, Tugaya Sultan Selîm, Tugaya Alparslan" bun. Ev kom li gundewarên bakurê Helebê û bajarê Helebê çalak bûn. Nemaze ji ber ku Tirkiye parêzgeha Helebê wek wîlayeteke Osmaniyan dibîne û hewl dide li nexşeya Tirkiyeyê zêde bike. Tirkiyeyê alîkariya madî û lojîstîk û leşkerî ji van komên çekdar re kir û endamên van koman li Tirkiyeyê perwerde kirin.

Tevgera Nûredîn El-Zenkî:

Yek ji komên girîng ên gundewarê Helebê ye û alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigire. Di dawiya sala 2011'an de ji aliyê Şêx Tewfîq Şihabedîn ve li gundê Şêx Silêman ê bakurê rojavayê Helebê hate avakirin. Di Tîrmeha 2016'an de jî dîmeneke endamên vê komê li ser înternetê belav bû û tê de aşkera zarokekî 15 salî ser jê dikin. Her wiha hevkariya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) kir.

Tevgera Ehrar El-Şam

Yek ji komên radîkal e û di salên destpêkê yên aloziya Sûriyeyê de ji yekitiya çar komên çekdar; Tabûrên Ehrar El-Şam, Tevgera El-Fecir a Îslamî, Koma El-Telîha ya Îslamî û Tabûrên El-Îman hate avakirin. Ev kom alîkariya xwe ji Tirkiye û Qeterê werdigire.

Tugaya Siqûr El-Cebel

Ev kom li parêzgeha Idlibê çalak bû û di bingehê de beşek ji "Tugayên Ehfad El-Resûl" bû û piştre beşdarî "Eniya Şoreşgerên Sûriyeyê" bû. Piştre ji aliyê Cebhet El-Nusra ve hate tunekirin û qewitandin. Ev kom navê xwe ji çiyayê El-Zawiyê yê li Idlibê werdigire.

El-Cebhe El-Şamiye

Ev kom yekitiya komên îslamî û selefî yên bajarê Helebê ye û ew jî tabûrên Nûredîn El-Zenkî, bermahiyên Tugaya El-Tewhîd, Artêşa El-Mûcahîdîn, El-Cebhe El-Îslamiye, Kombûna Festeqêm Kema Umêrt, Eniya El-Esalê û El-Tenmiyê, bermahiyên Tevgera Hezim û bi sedan komên çekdar ên din e ku Tirkiyeyê di bin yek sîwanê de kom kirin.

Artêşa El-Nesir

Ev jî ji komên biçûk ên gundewarên Hema, Idlib û Laziqiyê pêk tê û di bin navê Artêşa El-Nesir de hatin komkirin.

Hêza Hemze

Ev kom ji aliyê Tirkiyeyê ve hate perwerdekirin û di Nîsana 2016'an de damezirandina wê hate ragihandin. Piştre komeke Tirkmenan a bi navê "Tugaya Semerqend" beşdarî nava wê bû. Ev kom yek ji komên destpêkê yên girêdayî Tirkiyeyê ye ku di sala 2017'an de ji Tirkiyeyê derbasî bajarê Cerablûsê bûye û bi hevkariya artêşa Tirkiyeyê bajar ji çeteyên DAIŞ'ê wergirt û dagir kir.

Cebhet El-Nusra

Ev kom girêdayî rêxistina El-Qaîde ye, piştre navê xwe bi Eniya Fetih El-Şam guhert û careke din li ser daxwaza Tirkiyeyê navê xwe bi Heyet Tehrîr El-Şam guhert. Ev kom di dawiya sala 2011'an de hate avakirin û li Idlibê çalak e û mîrnişîneke îslamî bi hevkariya komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ragihand. Cebhet El-Nusra alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigire. Tirkiyeyê di dawiya Tebaxa 2018'an de ji bo tawanbariyê alîkariya bi rêxistinên terorîst re ji xwe dûr bixe, ev kom wek rêxistineke terorîst bi nav kir.

Di destpêka Tebaxa 2018'an de li gorî ajansa Sputnîk a Rûsyayê Tirkiyeyê 6 kamyonên madeyên klorê ji bo çêkirina çekên kîmyewî radestî Cebhet El-Nusra kirin û ji wan 2 kamyon radestî Partiya Îslamî ya Tirkistanî kirin.

Partiya Îslamî ya Tirkistanî

Piştî ku Uygur li Sûriyeyê di dawiya sala 2011'an de derketin, avakirina rêxistina wan di bin navê Partiya Îslamî ya Tirkistanî de nehat ragihandin û di destpêka sala 2014'an de hate ragihandin. Destpêka derbasbûna wan di Sûriyeyê de di heman dema ragihandina Cebhet El-Nusra li Sûriyeyê de bû. Vê komê alîkariya xwe ji Tirkiye û Qeterê wergirt. Endamê Cebhet El-Nusra Ebû Rebah ku di pevçûnan de birîndar bûbû û li Tirkiyeyê dihat dermankirin, alîkariya wan li Sûriyeyê kir û malpereke înternetê "Cîhadî" bi zimanê Tirkî weşand da ku ciwanên Uygurî ber bi Sûriyeyê ve bikişîne.

Alîkariya Tirkiyeyê bi Partiya Îslamî ya Tirkistanî re ku fermî di sala 2014'an de hatiye ragihandin, Tirkiyeyê pasport û kartên niştecihbûnê ji welatiyên Uygurê re li Tirkiyeyê çêdikirin û li Tirkiyeyê perwerde dikirin, piştre derbasî Sûriyeyê û bi taybet parêzgeha Idlibê dikirin.

DAIŞ

Ji destpêka derketina DAIŞ'ê ve di buhara 2013'an de Tirkiye hevkariya wan dike. Asta hevkariya Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ'ê re di dema dagirkeriya bajarê Mûsilê de aşkera bû. Bi taybet piştî ku çeteyên DAIŞ'ê 49 rayedarên Tirkiyeyê li balyozxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê girtin û bê pirsgirêk radestî Tirkiyeyê kirin ev rastî bi awayekî vekirî derket holê. Li hemberî vê yekê DAIŞ'ê alîkariyeke bêsînor ji Tirkiyeyê wergirt. Her wiha DAIŞ'ê petrola ku ji Sûriye û Iraqê didizî, derbasî Tirkiyeyê dikir.

Gelek komên çete yên din hene ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirtin û hejmara wan bi dehan e. Lê koma DAIŞ'ê herî zêde alîkariya xwe ji Tirkiyeyê wergirt.

Tişta ku alîkariya Tirkiyeyê bi komên çete re li Sûriyeyê piştrast dike, ew e ku Neteweyên Yekbûyî di dawiya sala 2013'an de ragihand ku Tirkiyeyê bêhtirî 47 ton çek derbasî Sûriyeyê kirin û di wê demê de wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Îsmet Yilmaz li xwe mikur hat ku ew tenê çekên sivik bûn û ji bo perwerdekirinê bûn, ne ji bo şer bûn.

Di 19'ê Çileya 2014'an de 3 kamyonên ku bi çekan dagirtî û ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dihatin kirin, hatin rawestandin. Evê jî belgeyeke din a piştrastkirina alîkariya Tirkiyeyê bi çekdarên li Sûriyeyê re raxist ber çavan. Di wê demê de Erdogan gelekî bi hêrs bû ku îdia kir ku sirrên dewletê tên aşkerakirin û kesên ku ev mijar aşkera kirin girtin. Nemaze ji ber ku di bin navê alîkariyên xwarinê de bi gelê Sûriyeyê re çek derbasî Sûriyeyê dikirin û ev rastiya wê hate aşkerakirin.

Avakirina Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê û piştre koalîsyon

Bi avakirina komên çekdar re, Tirkiyeyê xwest destwerdana şoreşa Sûriyeyê bike û armanc û çavbirçîbûna xwe di Sûriyeyê de pêk bîne. Ji ber vê yekê alîkariya avakirina Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê kir. Ev jî ji koma Ixwan Muslimîn pêk tê û piştî çend civînên li Tirkiyeyê di 2'yê Cotmeha 2011'an de ev meclis hate ragihandin. Ji bo xwedî bandor be Tirkiyeyê xwest hin kesayetan li rex koma Ixwan Muslimîn beşdarî damezirandina wê bike.

Ji ber ku vê meclisê daxwaz û çavbirçîbûna Tirkiyeyê pêk neanîn, Tirkiyeyê mecliseke din di bin serweriya Ixwan Muslimîn de ava kir. Di 2'yê Mijdara 2012'an de bi navê "Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê " de hate ragihandin û Tirkiyeyê di 15'de yê heman mehê de wek nûnerê tekane yê gelê Sûriyeyê nas kir.

Avakirina artêşa El-Fetih û dagirkirina Idlibê

Ji destpêka destwerdana Tirkiyeyê ve di aloziya Sûriyeyê de û avakirina komên çekdar di bin navên cuda de, ev komên çekdar li dijî herêmên Kurdan hatin xebitandin. Di cotmeha 2012'an de ev komên çete êrîşî gundê Qestel Cindo yê Efrînê kirin û piştî çend rojan Tirkiyeyê çeteyên xwe derbasî Sûriyeyê kirin û li dijî bajarê Serêkaniyê hatin xebitandin û bi hemû hêz û derfetên xwe xwest herêmên kurdî dagir bike. Lê ji ber berxwedana ku gelê Kurd li dijî van komên çete daye meşandin, hemû planên Erdogan hatin têkşikandin.

Nêzîkbûna fikrî di navbera Erdogan û koma Ixwan Muslimîn de, hişt ku Erdogan baş li hesabên xwe vegere da ku rasterast destwerdana Sûriyeyê bike. Ji ber vê yekê hêzên Tirkiyeyê piştî ku amûrên wan di Sûriyeyê de têk çûn, di 2'yê Sibata 2015'an de derbasî Sûriyeyê bûn û artêşa El-Fetih bi hevkariya Qeterê ava kirin. Ev artêş jî ji aliyê îstixbarata leşkerî ya Tirkiyeyê ve dihat birêvebirin û navenda wê bajarê Kîlîs ê bakurê Kurdistanê ye.

Ev koma çete ya di bin navê "Artêşa El-Fetih" de di 24'ê Adara 2015'an de ji komên terorîst ên wekî Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Cund El-Eqsa, Feyleq El-Şam, Ecnad El-Şam hate avakirin.

Artêşa El-Fetih di 28'ê Gulana 2015'an de giştî bajarê Idlibê dagir kir û Tirkiyeyê jî ev dagirkerî wek serkeftineke gel bi nav kir û xwest bajarê Hemayê jî û piştre bajarê Helebê dagir bike da ku herêma dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Lê di encama destwerdana Rûsyayê de hemû planên Tirkiyeyê yên serweriya li ser Sûriyeyê hatin têkşikandin.

Destwerdana Rûsyayê û tunekirina şoreşê

Destwerdana Rûsyayê di Sûriyeyê de bi êrîşên ezmanî yên 30'ê Îlona 2015'an de dest pê kir, nexasim piştî ku serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed alîkariya leşkerî ji Moskovê xwest. Di wê demê de komên çekdar serweriya herêmeke berfireh dikir û DAIŞ'ê jî bêtirî ji sedî 40 ji axa Sûriyeyê dagir kiribû û tenê hin herêm di destên hêzên rêjîmê de mabûn.

Erdogan di 31'ê Tebaxa 2013'an de diyar kir ku divê destwerdana leşkerî ya navneteweyî li dijî rêjîma Sûriyeyê pêk were. Nemaze ji ber ku hemû planên wî serobin bûn. Hemû armancên wî di dagirkirina Sûriyeyê de bi rêya komên terorîst hatin têkşikandin.

Tişta ku mijar dijwartir kiriye ew e ku Tirkiyeyê balefireke Rûsyayê di 24'ê Mijdara 2015'an de xist xwarê. Di encamê de Tirkiye ji bo destwerdana Sûriyeyê bike neçar ma ku bi Rûsyayê re li hev bike. Ji ber vê yekê serokatiya Tirkiyeyê di 24'ê Hezîrana 2016'an de peyama lêborînê ji Rûsyayê re şand.

Piştî çend rojan di 9'ê Tebaxa 2016'an de Erdogan bi Pûtîn re civiya û ji vir dest bi hevpeymanên tunekirina komên çekdar û çeteyên ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirtin kir. Rûsya rê ji Tirkiyeyê re vekir ku rasterast di 24'ê Tebaxa 2016'an de Cerablûs û Babê dagir bike. Li hemberî vê yekê Tirkiyeyê hemû komên xwe yên çete û Cebhet El-Nusra ji bajarê Helebê vekişandin û bi vê yekê bajarê Helebê di 21'ê Çileya 2016'an de bi temamî vegeriya bin serweriya rêjîmê.

Erdogan dest ji bajarê Helebê berda ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve alîkariya komên çete li Helebê dikir. Di rastiyê de Tirkiyeyê sînorên xwe li pêşiya hatina terorîstan ji seranserî cîhanê ber bi Sûriyeyê ve vekir. Piştî ku van komên çete nikaribûn daxwazên Tirkiyeyê pêk bînin xwest rasterast bi xwe destwerdana Sûriyeyê bike. Ragihandina Pûtîn di dawiya sala 2016'an de ku dibêje bi Erdogan re li hev kiriye piştrast dike ku Tirkiye hewl dide xwe ji çirava Sûriyeyê rizgar bike, ku piştî şoreşa Sûriyeyê veguhert şerê desthilatdariyê.

Civînên Astana yê

Di 23'yê Çileya 2017'an de di navbera dewletên destwerdana Sûriyeyê dikin; Tirkiye, Rûsya û Îranê de yekemîn civîna Astanayê hate lidarxistin. Van aliyan ji bo avakirina herêmên kêm-şer li hev kirin û bi vê yekê destwerdana Rûsya û Îranê di karûbarên Sûriyeyê de û dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmên Sûriyeyê hate rewakirin.

Rûsyayê ev hevpeyman ji xwe re bi kar anî da ku komên çekdar û terorîst ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, tune bike. Rêjîma Sûriyeyê bi hevkariya Rûsyayê ev herêmên kêm-şer yek li pey yekê bi dest xwe ve anîn û hemû komên çete û terorîst ber bi Idlibê ve veguhestin. Bi vê yekê rêjîma Sûriyeyê giştî herêmê bi dest xwe ve anîn û tenê parêzgeha Idlibê di destên terorîstên girêdayî Tirkiyeyê de ma. Niha jî di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hevpeymaneke pêk hatiye ku dê devereke bê-çek bi kûraniya 15 heta 20 km di navbera hêzên rêjîmê û van komên çete de ava bikin.

Piştî 7 salên şoreşa Sûriyeyê ku veguheriye aloziyekê, ji bilî herêmên Bakurê Sûriyeyê tiştekî bi navê şoreşê di Sûriyeyê de tune ye. Êdî giştî herêmê di bin destên rêjîma Sûriyeyê de ne û tenê parêzgeha Idlibê di bin destên komên çete de mane li vir jî Cebhet El-Nusra serweriya xwe ji sedî 60 ji Idlibê dike. Niha tê gotin ku dê çekên çeteyan jê bistînin da ku parêzgehê radestî rêjîma Sûriyeyê bikin.

Hevpeymanên qirêjî li dijî hebûna Kurdan di Sûriyeyê de

Tirkiye ku hebûna xwe di tunekirina gelê Kurd de dibîne, gelek caran hewl da ji hevpeymanên xwe bi Rûsya û Îranê re sûdê wergire da ku gelê Kurd tune bike ku serkêşiya rasteqîn ji şoreşa Sûriyeykê re dike û hevgirtina pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser ve zêde dike. Ji ber vê yekê Erdogan piştî ku çeteyên xwe ji Xutayê vekişandin Idlibê, destûr ji Rûsyayê wergirt da ku êrîşî gelê Kurd bike û li hemberî wê civaka navneteweyî jî bê deng ma û ev yek piştrast dike ku destê civaka navneteweyî di dagirkeriya Efrînê de heye, nemaze ji ber ku çekên NATO'yê li dijî Kurdan dane xebitandin.

Tirkiye ku destwerdana aloziya Sûriyeyê dike, car bi car helwestên xwe diguherîne. Guhertinên helwesta Tirkiyeyê yên girêdayî karûbarên Sûriyeyê tu carî nayên fêmkirin û tenê di çarçoveya dijberiya gelê Kurd de û ji bo gelê Kurd tune bike, ji her tiştî re amade ye.

ANHA