NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Anadol a Tirkiyê got ku yek jê serfermandar bi giştî 72 endamên leşkerî bi îdaya beşdarbûna wan di derbeya leşkerî de hatibûn girtin, hatin cezakirin. Cezayê heta dawiya jiyanê zindan li wan hate birîn.

Ji aliyekî din ve cezayê 15 salan li 27 girtiyên din ên bi tewana beşdarbûna wan di hewldana derbeya leşkerî de cih girtin, hate birîn. Cezayê li wan sê roj berê hate girtin.

Ev biryara dadgehkirinê yek ji sedan hewldanên Erdogan ên tunekirina muxalifan e.

Dewleta Tirk hewldana derbeya leşkerî ya sala 2016 bi Fethilah Gulen ve girêdide. Gulen ji beriya derdora 20 salan ve li Amarîka jiyan dike.

Dewleta Tirk bi behaneya derbeyê bi hezaran karmendên dewletî û leşker ji kar avêtin, di heman demê de li dijî muxalifên kurd û rojnamavanên muxlif jî tevgerek mezin pêk anî.