HESEKÊ

Meclisa Kantona Hesekê ji bo nirxandina rewşa siyasî û gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li xwaringeha Teyfûr a bajarê Hesekê li dar xist.

Di civînê de Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saruxan axaftin kir û bang li pêkhateyên herêmê kir ku bi yekdestî li hember gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî  yê PYD‘ê Salih Muslim jî axivî û got, "Ne ji hevgirtina gelê Bakurê Sûriyê be wê dewletên mêtînger armancên xwe li herêmê pêk anîbana."

Di civînê de hin rûspiyên Kurd û Ereb axivîn û teqezî li ser girîngiya hevgirtina gel li hemberî planên Erdogan kirin.

Rûsiyan her wiha ji bo mîsgoeriya yekîtiya xaka Sûriyê daxwaza danûstandinên navxweyî ji rêjîma Sûriyê kir.

Di dawiya civînê de daxuyaniyek ji bo raya giştî dane û gefên Tirkiyê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê serokê eşîrê Keza, Mahîr Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi beşdarbûna eşîr, oldarên musilman, xiristiyan, êzidî, hemû beşên civaka Cizîra Sûriyê civîneke li bajarê Hesekê hate lidarxistin. Beşdaran teqezî li ser yektiya Sûriyê li hemberî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Di demekê de komên terorîst nefesa xwe yê dawî destine dewleta Tirk gefan dixwe.

Beşdaran bang li civaka navdewletî, hêzên terorîst ên li şerê terorê dikin, kirin ku li hemberî gefan bisekinin û aloziya Sûriyê bi awayekî demokratîk çareser bikin.

Civaka Sûriyê dikarin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û Sûriyeke nû bi rêya destureke ku hemû pêkhateyan bipejirînin ava bikin."